Jinên HDP'yî: Li dijî tecrîdê pêdivî bi yekitiyê heye 2020-12-19 09:14:43   COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê bal kişandin ser greva birçîbûnê ya girtiyan û gotin: "Ji bo bi dawîkirina tecrîdê divê em guh bidin daxwazên girtiyan. Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê jî pêwiste yekitî pêk bê."   Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan li girtîgehê herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûne hatin destpêkirin. Girtî bi rêya malbatên xwe peyamên xwe û armancên xwe ji raya giştî re radigihînin. Ji bo piştevaniya çalakiyê malbat ketin nava hewldanan. Derbarê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr Sînem Duran û Emîne Armût nêrînên xwe anîn ziman û banga hestiyariyê kirin.    Sînem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ji hêla hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatî destpêkirin û got: "Di sala 2018'an de greva birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin. Bi saya grevê tecrît hat şikandin. Piştî demek carek din tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû girtîgehan hat girankirin. Ji ber vê girtî carek din dest bi grevê kirin."    'Li dijî tecrîdê yekitî'    Sînem, da zanîn ku niha pandemî heye û rewş xetere ye û wiha axivî: "Vîrûsa koronayê her roj bêtir zêde dibe û ev tişt mirovan dixe nava fikaran. Niha hevalên me yên girtî dest bi grevê kirin û ev tişt di vê merheleyê de rewşekê krîtîk e. Em naxwazin li girtîgehan şahadet pêk bên. Ji ber ku demek dirêj e rewşa girtîgehan di rojevê de ye, bêderfetiya li girtîgehan û nêzîkatiya erkdaran rewşa li girtîgehan xetertir kir. Dibe ku nexweşî li hemberî girtiyan bandorek neyînî bike."   Sînem, di dawiya axaftina xwe de bangewaziya piştevaniyê kir û wiha bi lêv kir: "Divê Gelê Kurd bibe yek, helwestek yekpare nîşan bide û xwedî li girtiyan derkeve. Tecrîd ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî Gelê Kurd pêk tê. Ji ber vê jî pêdiwiya yekitiyê heye."   'Em ê bibin dengê girtiyan'   Emîne jî diyar kir grevên birçîbûnê niha ket roja xwe ya 23'yemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "23 roj in girtî di grevê de ne, di vê demê de bi ser koguşan de hatin girtin û lêgerîn hatin kirin. Hemû tiştên taybet ên girtiyan hatin komkirin. Ev tişt rewşa girtîgehê nîşan dide. Niha di dema pandemiyê de girtî dest bi greve kirin û her ku diçe nexweşî jî zêde dibe. Ev tişt ji bo girtiyan xetereyeke mezin e. Li dijî wê yekê divê demildest tecrîd bê rakirin."   Emîne, daxuyand ku ne tenê li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî Gelê Kurd tecrîdek heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em dixwazin tecrîd bê bidawîkirin. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê di vê pêvajoyê de çi ji destê me bê em ê bikin û em ê bibin dengê girtiyan."