'Li dijî destdirêjiyê tekoşînê mezin bikin' 2020-12-19 09:05:56   Ferîda Zade   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Eyşa Mehmûd têkildarî kiryar û tundiya ku li ser jinê tê meşandin, her wiha bûyera tecawizê ya herî dawî ku li Kercewsa Elihê qewimiye wiha got: "Em ê bi yek ruhî ew êrîş û kiryarên ku li dijî jinan pêk tên qebûl nekin û li hember mêrê desthilatdar têbikoşin."   Di 5'ê Mijdarê de derket holê ku li Kercewsa Elîhê çawişên pispor, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesî tecawizî zaroka 15 salî kirine. Ev bûyer ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Her wiha li herêmên ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne jî her roj jin tên revandin qetikirin û tecawizî wan tê kirin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Eyşa Mihemed nerazîbûna xwe parve kir.   'Li cihên hatine dagirkirin tundî li jinan tê kirin'   Eyşayê bal kişand ser kiryarên ku di derheqê jinan de pêk tê û got: "Jin ji dîrokê bigire heta roja îro rastî kiryarên tund tê. Bi taybet deverên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, her roj bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Li cihê dagirkirî jin tên zîndankirin, îşkencekirin, revandin û tecawiz li jinan tê kirin. Her wiha gelek zarok bi darê zorê tên zewicandin û destdirêjî li hember wan tê kirin. Ev yek jî li ber çavên hemû cîhanê tê kirin, lê mixabin tu kes dengê xwe nake û ev tundiya ku li ser jinê tê meşandin qebûl dikin."   'Em tundî û kiryarên di derheqê jinan de pêk tê qebûl nakin'   Eyşayê di dewama gotina xwe de bûyera li Kewcersa Elîhê qewimiye şermezar kir û wiha domand: "Li Kewcersa Elîhê ya Bakurê Kurdistanê 27 kesî tecawizî zarokeke 15 salî kirin. Her wiha herî dawî li Bexda jî mêrekî 40 salî tecawizî zarokeke 11 salî kir.  Ev destdirêjî jî zihniyeta baviksalarî û faşist a dewleta tirk a dagirker nîşan dide. Mêrê serdest tucaran hebûn û îradeya jinan di civakê de qebûl nakin û hewil didin îrade û hebûna wan bişkînin. Lê em ê bi yek ruhî êrîş û kiryarên ku di dergeheqê jinan de pêk tên qebûl nekin û li hember mêrên desthilatdar têbikoşin."   'Kongreya Star wê li dijî tundiyê têbikoşe'   Eyşayê destnişan kir ku ew ê weke Rêxistina Kongreya Star li dijî tundî û destdirêjiya li hember jinan bisekinin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Rêxistina Kongreya Star ji bo azadkirina jinê ya ji bindestiyê û tundiyê derket holê. Em tucaran koletî, tundî û komkujiyên li ser jinan qebûl nakin û em ê bi çalakî û helwestên xwe bersivê bidin desthilatdaran. Ji bo ku em vê tundî û kiryarên di derheqê jinê de pêk tên ji holê rabikin divê em civaka xwe perwerde bikin. Ruxmê ku dewletên Ewrûpî bi dengê azadî û demokrasiyê bang dikin, lê ev yek di gotinê de dimîne û tundî li jinê tê kirin. Ew kesên ku wiha dibêjin jinê ji bindestiyê xilas nakin û wan ji kiryaran naparêzin."   'Li dijî destdirêjiyê tekoşînê mezinb bikin'   Eyşayê herî dawî daxwaza xwe anî ziman û wiha bi dawî kir: "Di derbarê parastina mafê jinê de gelek biryar û peyman hene, lê di rastiyê de ev peymanên ku hatine pejirandin nayên pêkanîn. Daxwaza me ew e ku kesên ku destdirêjî, komkujî, tecawiz û tundiyê li ser jinê dimeşînin bila bên dadgehkirin. Em ê heta dawiyê weke jin têkoşîna xwe li hember van tundiyan bidomînin û dosyayên ji bo tundiya ku li ser jinê tên kirin eşkere bikin, amade bikin û ji saziyên peywendîdar re bişînin."