Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîrkirin 2020-12-18 15:16:45   ŞIRNEX - Dayika Taybet Înan ku dema qedexeya derketina derve ya Silopyayê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina xwe de hatin bibîranîn. Di salvegera bîranînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û got: "Li ser erdnîgariya me komkujî pêk tên û ev ne bi tenê li dijî kurdan her wiha li dijî hemû gelan pêk tê.  Em ê tu carî vê bûyerê ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin jî. Heta ku em hebin em ê bibin şopdarê vê bûyerê."    Tevgera Jinên Azad (TJA), dayika Taybet Înan ku di 19'ê Kanûna 2015'an de dema qedexeya derketina derve ya Silopyayê hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina xwe de hatin bibîranîn. Ji bo bîranînê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, li taxa Nurê kom bûn û ber bi cihê ku Dayika Taybet hat qetilkirin ve meşiyan. Malbata Taybet Înan heyet li ber deriyê mala xwe pêşwazî kir.    Beriya daxuyaniyê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Li vir di serî de Leyla Guven axivî û got kolana ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin hîn zindî ye. Leyla, anî ziman ku gelê kurd hîn vê êşê dijîn û got: "Dema em dibêjin Silopî Dayika Taybet, Pakîze, Fatma, Sêvê û gelek hevalên ku jiyana xwe ji dest dane tên bîra mirov. Li Silopiyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane em bîr tînin. Dayika Taybet xwediyê nasnameyek berxwedêr bû. Kesên ku ji vê nasnameya wê ditirsiyan wê qetil kirin. Kesên ku Dayika Taybet qetil kirin xwestin vê peyamê bidin; bila li mala xwe rûnê. Me heman pratîk di bûyera teşhîrkirina Ekîn Wan de jî dît. Cenazeyê Dayika Taybet 7 roj û 7 şev li erdê hat hiştin. Em soz didin Dayika Taybet û şehîdên dinê; em ê di rêya we de dimeşin û em ê bimeşin jî. Çawa ku cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li erdê ma me ew jiya.     'Em ê bibin şopdarê vê bûyerê'   Leylayê, destnîşan kir ku ew ê hesabê ji kesên Dayika Taybet qetil kirine bipirsin û wiha domand: "Li her deverê li dijî kurdan komkujî tên kirin. Bi van komkujiyan dixwazin kurdan tune bikin. Li ser erdnîgariya me komkujî pêk tên û ev ne bi tenê li dijî kurdan her wiha li dijî hemû gelan pêk tê.  Em ê tu carî vê bûyerê ji bîr nekin û em ê nedin jibîrkirin jî. Heta ku em hebin em ê bibin şopdarê vê bûyerê.  Em ê li berxwe bidin. Em sersaxiyê ji malbata Dayika Taybet û hemû gelê kurd re dixwazim."   'Edalet 7 roj û 7 şevan li erdê ma'   Herî dawî Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku edalet 7 roj û 7 şevan li erdê maye û wiha pêl da axaftina xwe: "Ev 5 sal in edalet li kolanên Silopiyê li erdê maye.  Em wek HDP'ê li dijî polîtîkayên ku li ser jinê tên meşandin berxwedana xwe bidomînin.  Çi dibe bila bibe em ê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Em li dijî faşîzmê û qetilkirinê dixwazin bijîn."   Piştî axaftinan heyetê herî dawî, qurnefîl danîn cihê ku Dayika Taybet lê hat qetilkirin û serdana malbatê kirin.