Bi hatina Cejna Ezidîyan serdana goristanê hat kirin 2020-12-18 12:56:27   ŞEHBA - Êzidîyên Efrînê bi hatina Cejna Êzidîyan serdana Goristana Pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê kirin.   Bi hatina Cejna Êzidîyan, Êzidiyên Efrînê vê siharê berê xwe dan goristana Pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya Şehbayê. Bi sedan Kurdên Êzîdî amade bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Sûad Hiso axivî. Sûadê wiha got: "Em Cejna Êzîdiyan di serî de li cangoriyên azadiyê û Rêber Apo pîroz dikin. Ev bû sê sal em dûrî axa xwe cejna xwe pîroz dikin. Li Efrînê cejna me gelek xweş dihat pîrozkirin. Ruxmê zor, zehmetî û koçberiyê em cardin cejna xwe pîroz dikin. Li Efrînê her roj kiryarên dewleta tirk mîna revandin, kuştin, qetilkirin , tecewiz û guhertina demografîk pêk tên. Em bi awayekî tund kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Em bi hêvî ne ev cejin bibe cejna aştî û hezkirinê."   'Em ê hebûna xwe biparêzin'   Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya navçeya Ehreza Şehbayê Ferîde Şêx Yaqûb Cejna Êzîdiyan li tevahî kurdên Êzîdî pîroz kir û wiha got: "Em cejna tevahî Êzîdiyan pîroz dikin. Îro  kurdên Êzîdî li dijî dagirkeriyê destana berxwedanê dinivîsîne. Niha dewleta tirk dixwaze Kurdên Êzîdî cardin ji fermanê re derbas bike, lê bila dewleta tirk bizanibe em tucaran tune nabin û em ê hebûna xwe biparêzin."   Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh êvarê Kurdên Êzidî yên Efrînê berê xwe dan goristana pakrewanan a Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê û find li ser gorên pakrewanan vêxistin.