Rojnameger Zeynep Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê 2020-12-18 12:19:12   ŞIRNEX - Dê Rojnameger Zeynep Dûrgût a ku dema nûçe dişopand hat binçavkirin, bibin Wanê.    Nûçegihanên me Rojda Aydin û Derya Ren û yên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût û Azad Kaya, duh êvarî piştî şopandina nûçeyê dema ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve dihatin, di têketina navçeyê de ji aliyên polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan, berê çekan dan erebeya ku rojnameger tê de bûn, pêşiya wê girt û nasnameyên rojnamegeran di GBT’yê re derbas kirin.   Rojnameger Azad Kaya, Rojda Aydin û Derya Ren piştî demekê serbest hatin berdan. Lê ji ber ku derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût de lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin hebû hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de ku derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Tûrgûtên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye binçavkirin. Polîsan destên Zeynepê ji paş ve kelemçe kirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Tê payîn ku Zeynepê  îro sewqî Wanê bê kirin.    Leşkeran di operasyona 11’ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û ew ji helîkopterê avêtibûn. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ji ber ku belgeyên ji helîkopterê avêtina Osman Şîban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da derxistin holê, di 6’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin. Her çar rojnameger di 9’ê cotmehê de derxistin dadgehê, dadgehê jî bi hinceta “li dijî dewletê nûçeyên civakî çêkirinê” her çar rojnameger girtin. Piştî ku polîsan rojnameger binçav kiribûn, ser buroya Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê de girtibûn û dest danîbûn ser kompîtûr, hard disk û ekîpmanên nûçeyan.