Îro li Mexmûrê greva birçîbûnê dest pê kir 2020-12-18 12:07:05   MEXMÛR - Ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê yên girtiyan, îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" greva birçîbûnê hat destpêkirin.     Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ji bo piştgiriyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar îro bi duruşma "Dem dema azadiyê ye" greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Greva birçîbûnê li Saziya Malbatên Şehîdan tê lidarxistin.    Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar ê Fadîla Tok derbarê destpêa çalakiyêd e axivî.Fadîlayê, bal kişand ser girîngiya xurtkirina pêngava "Dem dema azadiyê ye" û wiha got: "Dijmin bi tecrîdê dixwazê îrade û hêviya Gelê Kurd tunê bike. Gelê Kurd her tim bi Rêber Apo re be. Girtiyên azadiyê ku di zindana de nirxê Gelê Kurd diparezê, dijmin dixwazê wan di zindanan de tûnê bike.   Lê belê girtiyên azadiyê bi bedenên xwe û canên xwe bi hemberî pergala qirej li ber xwe didin. Gelê Kurd bi qetliam û kuştinan re tucaran gav li paş navejê. Çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên azadiyê re hatî destpêkirin dide diyarkirin ku Gelê Kurd herdem ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe dide û di vê rêye de canê xwe ji feda dike. Em ji wekê gelê wargehê slav û heskirinên xwe ji bo Rêber Apo û girtiyên azadiye re dişinin. Heta dawiyê em ê xwedî li zindanan derkevin. Em ê bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ pergala li Îmraliyê bişkenin. Pêşi li ber nêrinên Rêber Apo vekin û di Rojhilata Navîn de bi Rêber Apo re di nava aramî û azadiyê de bijîn.”   Çalakiya greva birçîbunê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana zindana”, "Jin jiyan azadî” û "Dem dema azadiyê ye” dest pê kir.