'Parçeyek jî mabe ez cenazeyê lawê xwe dixwazim' 2020-12-18 09:07:35   WAN - Dayika Mervan Abî yê HPG'yî ku li Colemêrgê di 14'ê Hezîranê de li pevçûneke qewimî de jiyana xwe ji dest da Songul Abî, bertek nîşanî nedayîna cenazeyê lawê xwe da û got, "Parçeyekî lawê min jî mabe ez cenazeyê wî dixwazim."   Cenazeyê Mervan Abî yê HPG'yî ku di 14'ê Hezîranê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li gel dayîna testa DNA'yê ku berî bi du mehan hatiye dayîn jî hîna nedane malbata wî.  Dayika Mervan Songul Abî bertek nîşanî nedayîna cenazeyê alwê xwe da û wiha got, "Lawê min di 14'ê Hezîranê de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da. Piştî vê ji bo ku em cenazeyê lawê xwe bigirin me daxwazname da dozgeriyê. Dozgeriyê jî piştrast kir ku lawê min di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Ji me re gotin 'hûn biçin em ê agahiyê bidin we'. Di ser serlêdana me re 52 roj derbas bûn lê hîna jî cenaze nedane me.Ev îşkence ye."   'Ez dixwazim goreke ku li ser dua bikim hebe'   Songulê got ku ew dixwaze goreke lawê wê ya li ser dua bike hebe û ev tişt got, "Bi sedan malbatên ku cenazeyên xizmên xwe negirtine hene û cenazeyên ku gorên wan hatine texrîbkirin hene. Em van ji televîzyon, rojname û ajansan dişopînin. Nedayîna cenazeyan an jî derengdayîna wan îşkenceya li malbatan e. Dixwazin ku em dest ji cenazeyan berdin. Lê ew zarokên me ne. Me bihîst ku bi lawê min re ciwanekî din jî jiyana xwe ji dest daye. Xwezî bi cenazeyê lawê min re yê wî ciwanî jî bihata dayîn.  Hemû zarokên me ne. Dayikên kurd şer naxwazin û naxwazin ku zarokên wan bên kuştin. Em li dijî şerê ku bi israr tê xwestin aştiyê dixwazin."   'Ger ku parçeyek jî mabe ez cenazeyê lawê xwe dixwazim'   Songulê got ku ger dozger bixwaze dikare îro jî encama testa DNA'yê bide û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ger ku parçeyek jî ji laşê lawê min mabe ez cenazeyê wî dixwazim. Hîna dozgeriyê bersiva me nedaye.  Em tiştekî din naxwazin.  Malbat beşek ji laşên zarokên wan mabe jî dixwazin."