Li dijî şîdetê kampanyaya 'Niha dema seferbertiya bi Mor e' 2020-12-18 09:07:02   STENBOL - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê bi navê "Niha dema seferbertiya bi Mor e" kampanyayek dan destpêkirin û kampanya dê heta 8'ê Adarê bidome. Endamên koordînasyonê banga piştevaniya kampanyayê kirin û gotin: "Em ê li dijî şîdeta mêr-dewletê rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşînek hevpar bidin meşandin."   Polîtîkayên ku li hemberî jinan tê meşandin dibe sedema zêdebûna şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinan. Her wiha li hemberî jinên ku siyasetê dimeşînin û li dijî wan polîkayan disekinin jî bi taybetî hedef tên girtin. Jin li dijî şîdeta mêr-dewletê li ber xwe didin. Derbarê mijarê de çend roj beriya niha ji hêla Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Niha dema seferbertiya biMor e" kampanyayek dan destpêkirin û kampanya dê heta 8'ê Adarê bidome. Derbarê kampanyayê de endamên koordînasyonê Esengul Kiliç, Dîcle Boran û Roj Mêrdîn Bor ji ajansa me re axivîn.    'Pandemî bû sedema zêdebûn şîdetê'   Esengul, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayê û çareseriya pirsgirêka jinan û got: "Em dixwazin pirsgirêka jinan çareser bikin. Xwe bighînin jinên kedkar û karker. Em armanc dikin ku li di dijî şîdeta mêr-dewletê, tacîz û tecaziwê rêxistinbûneke xurt a jinan avabikin. Di pêvajoya pandemiyê de gelek derdor bi bandor bûn. Ligel pandemiyê îqtîdar dîsa polîtîkayên xwe yên faşîst û zayendperestiyê meşand. Jinên ciwan hatin kuştin. Îqtîdar pandemiyê wekî rêbaza êrîşê li hemberî jinê bikar anî. Bi pandemiyê xwestin rêxistinbûna jinê têk bibin. Bi taybetî jî rêxistinbûna jinên ciwan."   'Li dijî şîdetê em ê xwe birêxistin bikin'   Dîcle jî diyar kir ku newekheviya di navbera jin û mêran de ya di nava civakê bi her awayî tê domandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Sedsala 21’an sedsala veguherîn û guherînê ye. Jin jî parçeyekê wê guherînê ye. Îqtîdar li hemberî jinan polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomîne. Lê têkoşîna jinan ligel her zext û zordariyê didome û ji her kesî re dibe mînak. Jin li dijî şîdet û zextan rêbazên parastina xwe jî li pêş xistin. Bi kampanyaya 'Niha dema seferbertiya bi Mor e' dê li dijî şîdeta mêr-dewletê rêxistinbûna xwe mezin bikin."    'Jin li dijî qalibên mêran derdikevin'    Dîcle, da zanîn ku jin di qada huner, felsefe û qadên jiyanê yên din de neçar dimînin ku li gorî qalibên mêran bijîn û wiha axivî: "Dixwazin bi her rêbazê jinê ji nasnameya jinbûnê dûrbixin. Em dixwazin bi kampanyaya xwe vîna jinê derxin holê û qadên jin bikarin xwe îfade bikin biafirînin. Îqtîdara niha li hemberî jinê şerek daye destpêkirin. Li dijî şer jin dê bi rihê seferberiyê xwe biparêze û têkoşîna xwe bidomîne. Ne li gorî qalibên mêran dê li gorî azadiyê em ê bijîn."   Roj, daxuyand ku li dijî zîhniyeta serdest a mêr divê jin bi hêz bin û got: "Em bang li jinan dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya me."   Her wiha Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê dê pêşerojê li ser medyaya civakî bernameyên xwe yên kampanyayê aşkera bikin.