'Tedawiyê vediguherînin polîtikaya tecrîdê' 2020-12-18 09:06:06   STENBOL - Hiyem Yolcu ya TKP/ML'yî ya li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin di 2018-2019'an de li dijî tecrîd û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê rû dabûn. Elif Kaya diyar kir ku Hiyem jî wekî girtiyan nikare bigihêje mafê xwe yê tendirusitiyê.    Bi pandemiyê re gelek kes ji ber negihiştin mafên xwe yên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî nikarin bigihêjin mafên xwe yên tendirustiyê. Girtiyên mafên wan ên tendirustiyê tên astengkirin terkî mirinê hatine kirin. Hiyem Yolcu ya ku ji ber doza TKP/ML'yê ev 16 sal in girtiye di 2018-2019'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hiyema ku piştî greva birçîbûnê di warê tendirustiyê de gelek pirsgirêkên wê çêbûn bi binpêkirina mafan rû bi rû ma. Di lingê Hiyemê de birînên dixurin çêdibin. Her wiha di xwîna Hiyemê de jî pirsgirêk heye û têkidlarî tendirustiya wê de tu çareserî nehatiye pêdekirin. Elif Kaya ya diçe hevdîtina Hiyemê binpêkirina mafên diqewimin rave kir.    'Tedawiyê vediguherînin polîtikaya tecrîdê'   Elifê da zanîn ku girtiyên nexweş bêyî ji aliyê bijîşkên li girtîgehan bên tedawîkirin dişînin nexweşxaneyên ji derve û wiha domand:"Ev dîrek bûye wekî gefekê. Yanî dibêjin 'dernekevin revîrê'. Ji ber pandemiyê ev tecrîd zêdetir bûye. Mafê tendirustiyê tê xespkirin. Dema hûn ji koguşê derdikevin û diçin nexweşxaneyê we li hucreyê 14 rojî didin sekinandin. Girtî vê rewşê qebûl nakin. Li girtîgehan tedbîrên di bin navê pandemiyê de tên girtin bi armanca zêdekirina tecrîdê tên girtin. Tedawiyê vediguherînin polîtikaya tecrîdê."   'Serîlêdanên tên kirin jî bê bersiv dimînin'   Elifê bi lêv kir ku ji ber birînên laşê Hiyemê ew bi awayekî zehmet jiyana xwe ya rojane dewam dike û wiha got:"Ji ber pandemiyê hevdîtin kêm kirin. Hiyemê jî bi nameyê zehmetiyên dibîne rave kir. Em dibêjin nexweş e lê belê teşhîs tune ye. Hiyemê ji bo biçe revîrê serlêdan li cihên cuda kiriye lê nehatiye qebûlkirin. Girtiyan dernaxin revîrê. Bijîşkê li girtîgehê mudaxaleyî nexweşiya girtiyan nake. Tedawiyê nake û serîlêdanên tên kirin jî bê bersiv dimînin.    'Piştî greva birçîbûnê mafê tenduristiyê hat xespkirin'   Elîfê da zanîn ku mafê girtiyan piştî greva birçîbûnê bi awayekî sîstematîk hatin xespkirin û wiha got:"Hiyemê piştî greva birçîbûnê ne rehet ket lê belê mafê wê yê tenduristiyê hat xespkirin. Hiyemê hewil da ku tedawiya xwe bi xwe bike. Bijîşk bêyî ku teşhîsê bide dermanan dişîne. Dibe ku dermanên ne rast bin jî. Mafê tendirustiyê yê Hiyemê û gelek girtiyên din hîn tê astengkirin."