'Serhildana gelê Başûr rewa ye, divê raneweste' 2020-12-18 09:03:27   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji Kantona Kobanê xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê silav kirin û wiha gotin: "Serhildana li Başûrê Kurdistanê tê wateya geşkirina çirûska şoreşa Rojava. Em wan silav dikin û dibêjin heta ku hûn negihêjin mafê xwe ranewestin."   Gelê Başûrê Kurdistanê di 1'ê Kanûnê de li hember desthilatdariya hikûmetê, gendeliya siyasî û aborî û derengmayîna meaşan, xwepêşandan dan destpêkirin. Hikûmeta PDK'ê li hember xwepêşandêran bombeyên gazê û guleyan bi kar tîne. Di encama êrîşan de heta niha 10 kes yek  ji wan zarokekî 16 salî ye hatin qetilkirin û 65 kes jî birîndar bûn. Tevî ku hikûmetê qedexeya derketina ji derve ragihand û internet jî qut kiriye, xwepêşandana gel didome. Jinên ji Kantona Kobanê di derbarê xwepêşandana gelê Başûrê Kurdistanê de nêrîna xwe parve kirin.   'Heta hûn negihêjin mafê xwe ranewestin'   Jina bi navê Fatma Mihemed di destpêkê de hedefgirtina PDK'ê ya xwepêşandêran şermezar kir û got: "Em di destpêkê de serhildana li Başûrê Kurdistanê silav dikin û êrîşkirina hêzên PDK'ê ya li ser xwepêşandanan û qetilkirina wan şermezar dikin. Em tucarî qetilkirina kurdan a bi destên hev qebûl nakin. Me weke gelê Rojavayê Kurdistanê ji desthilatdariya Rêjîma BAAS'ê bi salan zor û zext dît , lê piştî şoreşa ku me  tevî gel ve da destpêkirin em gihîştin xwesteka xwe ya serxwebûnê. Me tucarî serê xwe li hember serdestiyê netewand, bi taybet jî me weke jin her tim têkoşîn dikir. Ev neh sal in li hember şoreşa me êrîşên herî dijwar tên birin, lê em bin neketin û hîn jî li ber xwe didin. Ji ber vê bila gelê Başûr ranewestin, serhildana xwe bi ser bixin û bigihêjin mafên xwe."   'Li şûna hûn gelê xwe qetil dikin, dijmin ji axa xwe derxin'   Fatmayê bal kişand ser têkilîyên PDK'ê û wiha got: "Ji ber vê hêviya me bi taybet ji jinên Başûrê Kurdistanê heye ku ew pêşengiya serhildanê bikin û neheqiya li wan tê kirin nepejirînin û ji bo mafê xwe bi dest bixin li ber xwe bidin. Her wiha em ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê dibêjin ku divê hûn gelê xwe qetil nekin, hûn Kurd xwe bi xwe ne, divê hûn mafê gelê xwe bidin û desthilatdariyê li ser wan nemeşînin. Li şûna ku hûn çekê li hember hevdû bi kar bînin, herin dewleta tirk a dagirker ji axa xwe derxin."    'Serhildana mafê gelê Başûr a rewa ye'    Jina bi navê Şikriye Mislim Xelîl nêrîna xwe wiha anî ziman: "Serhildana gelê Başûrê Kurdistanê mafê wan ê rewa ye û divê hikûmet jî li hember daxwaz û helwesta wan erka xwe bîne cih û hurmetê bide wan. Gelê Başûr ji vî tiştî hayedar e ku rêveberiya wan bi dijmin re dibe alîkar û berjewendiyên gelê xwe naparêze. Ji ber vê gel dixwaze şerê birakujiyê, desthilatdariyê û bêmafiyê ji holê rake û her wiha bixwazibin di pergala xwe de guhertin û sererastkirinê bidin avakirin. Çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê didome û bila gelê me yê Başûrê Kurdistanê bizanibe ku em bi dil û can piştgiriyê didin wan. Hêviya me heye ku ew ranewestin da ku bigihêjin armanca xwe."