'Zarok çîrokan diafirînin dayik jî çîrokan nexş dikin' 2020-12-18 09:02:31   AMED - Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ligel Kollektîva Jinan a Nefel û bi hevkariya Bernameya Qada ji bo Çandê projeya bi navê “Xewnên Zarokan, Jiyana Jinan” dabûn destpêkirin. Seroka Komeleyê Cevahîr Sadak diyar kir ku bi vê projeyê zarok çîrokên xwe xêz dikin û got: "Jinên Kollektîva Nefelê jî hewl dan ku xewnên wan zarokan nexş bikin. Piştre ew çîrok hatin kişandin. Hedefa kollektîvê ew e ku ji bo pêlîstokên bi dest tên çêkirin dikanek vekin."    Komeleya Berî her Tiştî Zarok, ligel Kollektîva Jinan a Nefel û bi hevkariya Bernameya Qada ji bo Çandê projeya bi navê “Xewnên Zarokan, Jiyana Jinan” dabûn destpêkirin. Projeya ku bi 7 jinan hat destpêkirin niha tê de 50 jin cih digirin. Di projeye de 11 zarok 11 dayik bi awayekî kollektîv dixebitin. Zarokên ku çîrokan diafirînin û xêz dikin, dayikên wan jî ew çîrokan nexş dikin. Têkîldarî projeyê Seroka Komeleya Berî her Tiştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun ajansa me re axivî.   ‘Bi 7 jinan dest pê kir, niha 50 jin di kollektîvê de cih digirin’   Cevahîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser Kollektîva Jinan a Nefel û wiha got: “Kollektîva Jinan a Nefel bi sedema honandina pêlîstokan bi 7 jinan re dest pê kir û niha 50 jin di vê kollektîvê de cih digirin. Bi pêşnîyara jinan a ku zarokên wan hene hat avakirin. Mebesta kollektîvê ev bû ku jin ji mala xwe bikaribin bixebitin. Hem ji bo wan xebatek zenaatê ye. Her wiha ji bo derûniya jinan xurt bibe û ji bo aboriya wan derfetekê afirand. Ji bo zarokan jî xebatek nû ye. Ji ber ku zarok heya niha hînî sitendina pêlîstokan bibûn. Lê belê niha hîn dibin ku pêlîstok tên çêkirin jî. Bi cûreyên ajal û mirovan hema çibibe zarok pênase dikin û dayikên wan jî dihonin.”   ‘Em dixwazin bazara vê xebatê bê kirin’   Cevahir diyar kir ku armanca kollektîvê ew e ku ji bo pêlîstokên ku bi destan tên çêkirin dikanek vekirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê em niha bi 50 jinan ve di hewldana piştgiriyê de ne. Ji ber ku heke bazara vê xebatê neyê kirin ev xebatek wek hobîyê bi sînor bimîne. Ji ber van sedeman em dixwazin bazara vê xebatê bê kirin, ji bo ku êdî bala zarokan nekişe li ser pêlîstokên plastîk, ne tiştê fabrikasyon e. Tiştên ku bi heqdest in rastî jî qîmeta wan zêde ye. Armanca Nefel Kollektîv jî ew e ku divê zarok şûna pêlîstokên plastîk û fabrîkasyon bi pêlîstokên sirûştî û honandinê re bilîzin. Ango em dixwazin hemû zarok ji wê zewq û taybetmendiyê para xwe bigire.”   ‘Zarok çîrokan afirandin, dayik jî wan çîrokan nexş kirin’   Cevahîr di axaftina xwe de bal kişand ser asta projeyê û wiha bilêv kir: “Projeya 'Xewnên zarokan, Jiyana jinan' rastiya civak û komeleya me ye. Ji bo ku zarokê wan bi kêfxweşî dem derbas bikin, dayik hemû jiyana xwe ji bo vê organize dikin. Gelek cûreyên xebatên me hene. Wekî xebatên felsefe û xebatên ziman hene. Di vê projeye de em dixwazin zarok çîrokan bi xwe biafirîne. 8 zarok û 8 dayik di vê projeye de cih girtin lê piştre ev jimar bû 11 zarok û 11 dayik. Dawiya projeye de jî zarok, rêbaza kêşana wêneyên hîn bûn. Ango zarokan, di destpêka de çîrok çawa çêdibe ku heya çawa ew çîrok dibe xêzefîlm fêr bûn. Ev xebat sê mehan dom kir. Bi vî awayî zarok hînê rêbazan bûn û çîrokên xwe xêz kirin. Jinên kollektîfa nefelê jî hewl dan ku xewnên wan zarokan nexş bikin. Piştre ew çîrok hatin kişandin.”   ‘Dekorên xêzefîlman wê bibe pêşengehek’   Cevahîr diyar kir ku di demên pêş de ji dekorasyona wan xêzefîlman dê pêşengehek bê vekirin û wiha got: “Dîsa jî di rêbaza kêşanê de derhêner zarok bûn. Ez bi xwe jî di nav atolyeyê de bûm. Pêvajoya projeya me gelek bi kêfxweşî derbas bûn. Lê mixabin ji ber şewba koronayê em nekarîn zêde bên ligel hev. Lewra piraniya atolyeyên me bi awayekî online meşiyan. Tenê dema kêşanê de zarok ligel malbatên xwe hatin. Me dekoran jî bi hev re çêkir. Van dekoran jî ji bo pêşengehekê biçûk e. Hêviya me ew e ku wê şewba koronayê sist be û em filmên zarokên xwe di odeyekê de bidin nîşandan. Dawiya projeye de me nirxanidinên zarokan girt. Ji bo ku çawa derbas bû. Nerîna zarokan berdewamiya projeye bû. Em ê hewil bidin ku gelek zarok werin atolyeyê û ev karê bikin. Ji bo ku cerabe, fikirandin û afirandina wan pêş bikeve. Her wiha ji bo ku ligel dayikên xwe re karek bikin ji ber ku di vê projeye de hemû tiştan bi dayikên xwe re çêkirin. Bi vî awayî dê rihê kollektivê di nav malbatê de geştir bibe.”