ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-18 09:00:00   *Şikriye Mihemed têkildarî çêkirina benî û bastîqê da zanîn ku ev 12 sal in ew benî û bastîqê çêdike û wiha got:"Çêkirina benî û bastîqê çandek e. Çand bi destên jinê hatiye avakirin. Lewra jinê bi keda destên xwe zindîkirina çandê hilgirtiye ser milê xwe. " DÎMEN HEYE   * Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ligel Kollektîva Jinan a Nefel û bi hevkariya Bernameya Qada ji bo Çandê projeya bi navê “Xewnên Zarokan, Jiyana Jinan” dabûn destpêkirin. Seroka Komeleyê Cevahîr Sadak diyar kir ku bi vê projeyê zarok çîrokên xwe xêz dikin û got: "Jinên Kollektîva Nefelê jî hewl dan ku xewnên wan zarokan nexş bikin. Piştre ew çîrok hatin kişandin. Hedefa kollektîvê ew e ku ji bo pêlîstokên bi dest tên çêkirin dikanek vekin." BI DÎMEN    * Jinên ji Kantona Kobanê xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê silav kirin û wiha gotin: "Serhildana li Başûrê Kurdistanê tê wateya geşkirina çirûska şoreşa Rojava. Em wan silav dikin û dibêjin heta ku hûn negihêjin mafê xwe ranewestin." DÎMEN HEYE   *Îro 25 salin Eyşe Şan, şehbanûya kurdan jiyana xwe ji dest daye. Eyşe Şan a ku bi berxwedana xwe ya ji bo ziman û çanda kurdî navê xwe li dîroka kurdan daye, di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê jî têkoşînek mezin li dijî dewlet û mêr daye. Bi milyonan jinên kurd mîrateya ku Eyşe Şan ji wan re hiştiye reng dan têkoşîna wê.    *Hiyem Yolcu ya TKP/ML'yî ya li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin di 2018-2019'an de li dijî tecrîd û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê rû dabûn. Elif Kaya diyar kir ku Hiyem jî wekî girtiyan nikare bigihêje mafê xwe yê tendirusitiyê. DÎMEN HEYE   *Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê bi navê "Niha dema seferbertiya bi Mor e" kampanyayek dan destpêkirin û kampanya dê hata 8'ê Adarê bidome. Endamên koordînasyonê banga piştevaniya kampanyayê kirin û gotin: "Em ê li dijî şîdeta mêr-dewletê rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşînek hevpar bidin meşandin." BI DÎMEN    *Dayika Mervan Abî yê HPG'yî ku li Colemêrgê di 14'ê Hezîranê de li pevçûneke qewimî de jiyana xwe ji dest da Songul Abî, bertek nîşanî nedayîna cenazeyê lawê xwe da û got, "Parçeyekî lawê min jî mabe ez cenazeyê wî dixwazim." DÎMEN HEYE   *Di ser qetilkirina Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma re 5 sal derbas bûn. Lê hîna jî keçên wê 'lacîkên reş' didin serê xwe û şîna dayika xwe dikin. Keça wê Halîme Akin wiha got: "Cenazeyê dayika min 7 rojan li kolanê ma. 7 roj û 7 şevan min ji paceyê li cenazeyê dayika xwe nêrî. Ne 5 sal sedsal jî derbas bibe em dayika xwe ji bîr nakin." BI DÎMEN   *Di 19’ê kanûna sala 2015’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema di qedexeya derketina derve de Taybet Înan ji aliyê nîşangeran ve hat birîndarkirin, bi saetan li erdê birîndar ma û li ber çavên hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taybet 7 rojan li erdê ma. Derbarê salvegerê de Tevgera Jinên Azad (TJA) dê goristana Taybet Înan ziyaret bike. (11.00)