Doza ji sala 2011'an de hat vekirin dîsa taloq kirin 2020-12-17 12:44:14   MÊRDÎN - Doza 16 kesên ku ji wan 6 kes zarok bun hat taloqkirin. Wê daneşîna biryarê di 25'ê Sibata 2021'ê de were dîtin.    Di sala 2011'an de li ser îfadeya kesên nepen bi hênceta "Endamtiya Rêxistinê" li Midyadê operesyon pêk hatibû û 16 kesên ku 6 ji wan zarok bûn hatibûn binçavkirin. Daneşîna 3'emîn a dozê îro li Dadgeha Midyatê hate dîtin.     Ji ber ku encama dozê bi derengî ketiye gelek kesên ku ji dozê de tên darizandin jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan jî ji ber dozên cuda di girtîgehê de ne. Yek ji van kesan jî seroka BDP'ê ya berê Filîz İşik e ku ji ber îfadeya du kesên din di Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Amedê tê girtin.    Daneşîna ku saetekê dereng hat destpêkirin bêyî ku bê dîtin hat taloqkirin. Daneşîna biryarê a dozê wê di 25'ê Sibata 2021'ê de bê dîtin.