'Çima fikreke aramiya civakê dixwaze di bin tecrîdê de ye? ' 2020-12-17 11:54:51   ENQERE - Fecriye Benek a di girtîgehê de tê girtin bi rêya malbata xwe têkildarî têkoşîna ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyam şand. Fecriye di peyama xwe de wiha got:"Ger tecrîd bi dawî bibe ew ê rêya civakê ronî bibe. Ew ê civak bigihêje azadiya xwe."   Bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafê mirovan a li girtîgehan di 27'ê Midjarê de girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 21'emîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 5'emîn ve dewir hat girtin.    Nivîskar Fecriye Benek a li Girtîgeha Tipa M a Bayburtê tê girtin têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê peyam da.    Fecriyeyê di peyama xwe de wiha got:   "Girtiyên siyasî û polîtik mirovên rewşenbîr in. Dema ew dest bi greva birçîbûnê dikin divê mirov bizanibe ku hem li derve hem li hundur pêkanînên ne baş hene. Loma grevên birçîbûnê dest pê kirin. Di 2019'an de jî serîhildaneke bi vî rengê dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de hêviyên mirov tên çewisandin. Di vê pêvajoyê de tê xwestin gel bi rêya xizaniyê tenê bi derekê ve girêdayî bimîne. Di vê pêvajoyê de gelên li derve jî xwe wekî ku di girtîgehê de bin dibînin. Bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Ger tecrîd bi dawî bibe ew ê rêya civakê ronî bibe. Ew ê hemû kes azad bibe.    'Heta daxwazên me bi cih neyê em dev ji çalakiya xwe bernadin'   Cîhan di binê tecrîdeke giran de ye. Çima fikreke azadiyê û aramiya civakê dixwaze di bin tecrîdê de ye? Heger civak bi fikrên azad tev bigere loma îktidar ew ê nikaribe bigihêje armanca xwe. Loma ev tecrîd heye. Ger tecrîd bi dawî bibe ew ê rêya civakê ronî bibe. Ew ê civak bigihêje azadiya xwe. Girtîgeh prototipên îktidar û dewletê ne. Heta daxwazên me bi cih neyê em dev ji çalakiya xwe bernadin."