'Gelo bêcezahiştina yên bi unîforma tesaduf e?' 2020-12-17 10:06:38   STENBOL - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê li ber avahiya Sultangaziyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Çawişê Pispor Mûsa Orhan mînaka bêhiqûqiya herî mezin e. Li Êlihê dîsa li dijî zarokekê êrişa zayendî pêk hat. Çawişên pispor, polîs û cerdevanên dewletê êrişa zayendî li vê zarokê kirin."   Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikşîne ser tundiya li ser jinê, tecawiz û destdirêjiya li ser jinê ber bi avahiya Sultangaziyê meşiya. Jinan di dema meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Neparêze û bidarizîne" berz kirin û pankarta bi nivîsa "Tehemula me ya zêdetirî vêya nemaye" û dowizên "Em bibin dengê zarokan","Çi bi Gulîstan Doku hat?" hatin hilgirtin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Jinên hatin ber avahiya Sultangaziyê ya HDP'ê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka navçeyê Bêrîvan Zadsan ve hat xwendin.    'Dîsa Êlih dîsa êrişa zayendî ya li dijî zarokan'   Bêrîvanê bi lêv kir ku yên destdirêjiyê dikin çawişên pispor, polîs û cerdevan in û tên parastin û wiha dewam kir:"Bersûc Mûsa Orhan digot "tiştek bi min nayê". Ev yek mînaka herî mezin a vî welatî ye. Li Kercewşa Êlihê dîsa çawişên pispor, polîs û cerdevanan tecawizî zarokekê kirin. Gelo bêcezahiştina yên bi unîforma tesaduf e? Tevî  çawişên pispor, polîs û cerdevanan 27 kesî tecawizî zarokekê kirin û piştre qedexeya weşanê hat dayin. Têkildarî 16 kesî lêpirsîn hat destpêkirin lê tenê kesek hat girtin. Kesên li ser medyaya civakî li dijî vê bûyerê derketin ceza li wan hat birîn."   'Hûn nikarin ser vê bûyerê bigirin'   Bêrîvanê da zanîn ku li herêmê polîtikayên şerê taybet tê meşandin û wiha got:"Dev ji van polîtikayan berdin. Em ê şopdarê bûyera tecawiza li Kercewsê bin. Ne dozgerê we ne jî feraseta we ya mêr-dewletê nikare ser vê bûyerê bigire. Em ê jin destûrê nedin vê yekê."   'Bûrak Ercan ê dest dirêjî du xwendekaran kir dest bi peywirê kir'   Bêrivanê diyar kir ku bersûc Bûrak Ercan hîn mamostetiyê dike û wiha got:"Di 2019'an de Burak Ercan dest dirêjî du xwendekaran kir. Piştre 3 xwendekarî daxwaznameya gilîkirinê dan. Li dozgeriya 18 daxwazanameya gilîkirinê hene. Dozgeriyê biryara veşartinê ji bo dosyayê da. Ev mamosteyî niha li Dibistana Navîn a Orhangaziyê ya Kuçeya sala 50'emîn mamostetiyê dike. Em ê destûrê nedin destdirêjiya li dibistanan."   'Em ê sekna li dijî pergala we ya qirêj bidomînin'   Bêrîvana ku pirsên "Li Kercewsê çi bû?","Çi bi Nadira Kadirova hat?","Çi bi Gulistan Doku hat" pirs kir wiha dewam kir:"Em ê li her derê van pirsan bikin. Heta bersûc cezayê ku heq dikin bigirin em ê li kuçe, qadan hesab bipirsin. Heta ku hûn bersûcan biparêzin em ê sekna li dijî pergala we ya qirêj bidomînin"