ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-17 09:00:00   *Fatma El-Abdullah a bi salan e lîfikan çêdike da zanîn ku keda destan pir bi wate ye û wiha got:"Çêkirina lîfikan yek ji çanda jinê ya kevnar e. Ji bo ku çanda me neyê jibîrkirin divê em têbikoşin û bidin jiyîn." DÎMEN HEYE   *Endama Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Orîvan Menan têkildarî tundî û êrişa li Efrînê li Kurdên Êzîdî tên kirin wiha got:"Li her derê ku Kurdên Êzidî lê dijîn dijmin dixwaze fermaneke nû li ser wan pêk bîne. Ev yek li Rojava jî li Şengalê jî xuya dike. Ji bo wê mirov dikare bêje qirkirina ku li Efrînê tê meşandin li Şengalê didome, lê belê bi rê û rêbazên cuda." DÎMEN HEYE   *Li hemberî texrîpkirina goristanan malbatan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev êrîş li ser hiş û bîra Gelê Kurd e. Armanc ne tenê goristan in, tunekirina bîra civakî ye." BI DÎMEN    *Dayika Hacer Kara ya li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne Hurî Kara, diyar kir ku ji bo di çalakiya li girtîehan de mirin pêk neyê divê dewlet çareseriyekê bibîne û ji bo çalakiyê banga piştevaniyê li gel kir. DÎMEN HEYE   * Parêzer Gunçe Çetîn bal kişand ser bûyerên taciz û tecawizê yên li herêmê pêk tên û got: "Piştî 15'ê tîrmehê mudaxaleya li hemberî erdnegariya kurd zêdetir bû. Mudaxaleya li hemberî pergala hevserokatiyê û biryarên nepeniyê ya derbarê dosyayên taciz û tecawizan tê wateya şîdetê. Bi vê rêbazê şîdeta li herêmê tê veşartin." BI DÎMEN    * Saniye Ektî ya 80 salî bi têkoşîna xwe ji gelek jinan re bû hêz û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ligel îşkence, şîdet, koçberî û revandinê min tu carî dev ji rêya heqîqetê berneda. Min li hemberî hişmendiya mêr û li hemberî deshilatdaran serî rakir. Xwezî emrê min têrê bike ku min serkeftina van serhildanan bidîta."BI DÎMEN   *Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê Gurbet Îşlek diyar kir ku ew jî bi destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê wê piştgiriyê bidin girtiyên zîndanan û got: “ Armanca me ji çalakiya grevên birçîbûnê ew e ku em ê azadiya rêbertiya xwe pêk bînin. Her wiha em ê bi çalakiyên xwe pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ xurtir bikin.” BI DÎMEN     *Dê li Kobanê li dijî şerê birakujiyê meş bê lidarxistin. (11.30)   *Ew ê bi munasebeta Cejna Êzdiyan li ser goristanê find bê vêxistin. (16.00)   *Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên din ên siyasî û saziyan li navenda bajêrê Şirnexê derbarê pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê de bi dirûşma “Dem Dema Yekitiya Neteweyî û Azadiyê ye” daxuyanî bê dayîn. (13.00)