Li girtiyên ketin grevê cezayê hucreyê hat birîn 2020-12-16 17:08:38   ANTALYA - Li girtiyên ku di girtîgeha tîpa L ya Alanyayê de dimînin ji ber ku dikevin greva birçîbûnê cezayê hucreyê dibirin.   Çalakîya gireva birçîbûnê a ji alîyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve li dijî tecrîda giran a liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja  20’emîn de didome. Ligel  greva berdewam dike, ji girtîgehan agahîyên bênpêkirina mafên girtiyan tên. Girtiyên sîyasî yên ku di Girtîgeha Tîpa L a Alanyaê dimînin, dan ragihandin ku ji ber daxaznameya ku dixwestin bi rêya axaftina telafonê ya bi malbatên xwe re bigihînin Wezerata Dadê cezay hûceyê dane wan.    Girtîyan dan zanîn ku grev ji aliyê Zelal Başboga ve dewer hatiye girtin û dixwazin ku bi cezayê hucereyê yê li girtiyan dibirin înfaza girtiyan bê şewistandin û wan birtîsînin.   Girtîyan bangî rayagiştî kirin û gotin ku ew ê bi biryar çalakiya xwe bidomînin û dest jê bernadin.