Evîn Kanli: Yê ku li min da polês bû 2020-12-16 15:44:43   WAN - Evîn Kanli ya ku di operasyoneke li navçeya Norşînê de bi awayekî giran birîndar bibû û bi mehan gelek emelyat derbas kirin, got, “Yê ku gule bera min da polîs bû. Ez ê heta dawî li mafê xwe bigerim û gilî bikim.”   Evîn Kanli (14) ya ku roja 27’ê Cotmehê li navçeya Norşîn a Bêdlîsê bi guleya polîsekî birîdar bû û ev çend mehin li nexwaşxaneyê tedawî dibîne. Evînê, roja bûyerê pêşî rakiribûn Nexwaşxaneya Tedwanê, dûre di 14’ê Mijdrê de ew rakiribûn Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdê  ya Wanê û li wir di serwîsa lênêrîna awerte de derman kirin. Evînê heta nika 5 emelyat derbas kirine û ew ê îro jî emelyetek bibe. Evînê di nexweşxaneyê de gelek kîlo dane. Evînê ya ku bi zametî diaxivî ji me re bahsa bûyera hat serê wê kir.     ‘Gava operasyonê ez li mala kalikê xwe bûm’   Evînê diyar kir ku Meha Cotmehê polîsên ku di nava wan de nîşanger jî hebûn bi ser mala wan a li Norşîna Bedlîsê bû de girtine. Evînê bilêvkir ku ji ber ew û hevjînê xwe pevçûne, çûye mala kalikê xwe û dema ku operasiyon hatiye kirin ew têgihîştine ku operasyon ji bo hevjînê wê Ferît hatiye kirin.   Evînê got ku polîs bi rêya xizmeke wan hatine mala kalê wê û ji bo biçe hevjînê xwe îkna bike ew birine malê û gava ku wê hewl daye ku Ferîd îkna bike nîşangerekî li ser xanîyê wan hatibû bicîhkirin ji dûrve li wan da ye û wiha gotina xwe domand: “ Polêsan Ferîd ji lingên wî birîdar kirin. Min jî ji sînga min birîndar kirin. Min bi anbulansê rakirim nexwaşxaneyê. Di anbulansê de ez li ser hişê xwe bûm lê piştî wê tiştek nay bîra min."   ‘Ev çend mehin ez li ser hev amelyat dibim’    Evînê qala tendirûstîya xwe jî kir û got: “ Ev çend mehin ez  li ser hev emelyat dibim. Nahê bîra min min çend emelyat derbas kirine. Wan agahî dan min ku îro jî wê min ameliyat bikin. Ez niha baş im.”    Evînê herî dawî wiha got: “ Ezê heta dawî li mafê xwe bigerim û li polîsan jî gilî bikim.”