Meclîsa Jinên Sûriyeyê qutkirina ava stasyona Elokê şermezar kirin 2020-12-16 14:54:08   QAMIŞLO - Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kirin.   Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê qutkirina ava stasyona Elokê li ber navenda neteweyên yekbûyî ya bajarê Qamişloyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Meclîsa Jinên Sûriyeyê yên Qamişlo û Hesekê amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê Sena Hiso ve hate xwendin.   'Tî bûn gihaştiye qonaxeke xeter'   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Qutkirina ava stasyona Elokê aloziyek pir mezin li bajarê Hesekê ava dike. Tî bûn gihîştiye qonaxeke mezin û jiyana bi milyonan mirovan tehdît dike. Stasyona Elok çavkaniya jiyana şêniyên Hesekê û gundewarên wê ye. Stasyona Elok ev demeke hatiye qutkirin, dema dilê dewleta tirk dixwaze avê berdide lê pir kêm. Rêveberiya Xweser banga hemû rêxistinên mirovî kir ku çareseriyek ji vê aloziya avê re bibînin, lê belê heta niha tu rêxistinên mafê mirovan li hember vê aloziyê dengê xwe nekiriye.    'Divê sûcdar werin ceza kirin'   Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê banga hemû rêxistin û saziyên mafê mirovan dikin ku zextê li dewleta tirk û komên çeteyên wê bikin da ku stastyona Elokê vekin. Ji ber jiyana bi hezaran mirovan ji ber avê di tehlûkeyê de ye. Her wiha divê lêkolînek berfireh di derbarê qut kirina avê were kirin û sûcdar werin ceza kirin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.