Li dijî êrîşan li Hesekê meşek hat lidarxistin 2020-12-16 14:44:03   HESEKÊ - Li dijî êrîşên li hemberî Eyn Îsayê û Peymana Bexda û Hewlerê, bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star û Tev-Demê meşekê girseyî hat lidarxistin.    Bi dirûşma "Ji birakujiyê re na, dem dema yekîtiya neteweyî ye" îro şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe bi meşekê girseyî li dar xistin. Di meşê de êrişên ser navçeya Eyn Îsa a ku bi rojane ji aliyê dewleta tirk ve tê topbaran kirin û her wiha peymana ku ji aliyê hikûmeta Bexda û Hewlerê ve li ser Şengalê hatiye îmzekirin hatin şermezar kirin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star, PYD'ê û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriyê re" û "Bijî berxwedan" hatibû hildan. Meş li ber şaredariya Giwêran a bajarê Hesekê destpêkir heta lîstokgeha Giwêran veguherî mîtîngê.   Piştî meşê hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebid Alah êrîşên dewleta tirk li ser navçeya Eyn Îsa şermezar kir û wiha domand: "Êrîşên ku îro li ser navçeya Eyn Îsayê tên kirin bi hevpeymaneke navneteweyî hatiye plankirin. Piştî dagirkirina Serêkanî û Girê Spî armancên dewleta tirk li cihekê ranewestiyan. Ji bo wê her dem bi êrîşên hovane dixwazin herêmeke me dagir bike. Di Eyn Îsayê de gelê sivîl jiyan dike û bi rojane ev gel bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Wê vîna gelê berxwedêr nehêle ku berjewendiyên van hêzên hegemon bi cih werin. Ev peymana ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin, girêdana xwe bi planên dijminan re li her derê heye, ji ber dijminên civakan her naxwazin ku mirovahî bi rihetî de bijîn. Em ê li ber xwe bidin û herêma xwe biparêzin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.