Li Helebê pêşengeha nivîsan hat vekirin 2020-12-16 13:56:46   HELEB - Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê pêşengeha nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin.   Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê pêşengeha nivîs û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bese ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re dem dema azadiyê ye" li taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna bi dehan sazî, dezgeh û nûnerên partiyên siyasî hate vekirin.    Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Dêriyê pêşengehê ji aliyê zarokê pakrewanê azadiyê, Bahoz Emenos ve hate vekirin. Paşê bi rêya sinevîzyonek axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser yekîtiya kurdan hat guhdarkirin.  Herî dawî kesên ku di pêşengehê de amade bûn nivîsên ku hatine pêşkêş kirin xwendin.