Derbarê girtiyê axaftina wî hat qeydkirin de lêpirsîn vekirin 2020-12-16 11:55:03   ÎZMÎR - Derbarê Delîl Tekîn ê li Gitîgeha Hejmar 4 a Tîpa T ya Şakranê girtî de ji ber axaftina wî ya bi qeyda telefonê ji ajanasa me re hat şandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîn hat vekirin.     Di rojên borî de Delîl Tekîn ê li Girtîgeha Hejmar 4 a Tîpa T ya Şakranê girtî, bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Delîl di axaftina xwe de li ser greva birçîbûnê ya li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan ku di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin nirxandin kiribû.  Malbatê jî axaftina lawê xwe qeyd kir û ji ajansa me re aşndibû.   Rêveberiya girtîgehê ji ber ku axaftina Delîl hat parvekirin û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re gotiye "birêz" derbarê wî de lêpirsîn vekir.