Li Goristana Serê Solan cenaze li ber xeteriya windabûnê ne! 2020-12-16 09:08:39   COLEMÊRG - Li Goristana Serê Solan a li Taxa Sumbulê, li beşa cenazeyên "bêkesan" ên aîdê HPG, YJA -STAR, YPS û YPG'yiyan  di dîrokên cuda de lê hatine definkirin, ji ber ku gor bi hev ve hatine çêkirin bi demê re axa wan tevli hev dibe, nema dikare ji hev bên cudakirin û gor li ber xeteriya windabûnê ne.   Li Goristana Serê Solan a li Taxa Sumbulê, beşa goristanê ku cenazeyên "bêkesan" ên HPG, YJA -STAR, YPS û YPG'yiyan  di dîrokên cuda de lê hatine definkirin deriyê wê hat kilîtkirin. Piştî derî hat kilîtkirin, cenazeyên ku teslîmî malbatên wan nehatine kirin numre dikin û li cihên cuda defin dikin.   Ger ku numrekirina li goristanê esas bê girtin, 9 cenaze li beşa ku wek goristana bêkesan tê binavkirin hatine definkirin. Lê ji ber ku bi demê re axa goran û ya goristanê tevli hev bûye dibe ku ev hejmar biguhere. Gorên ku tê îdakirin dibe HPG'yiyên ji  rojhilatê Kurdistanê jî li wan hatibin definkirin, derbarê nasnameya cenazeyên hatine definkriin de jî tu agahî tune ye. Li gorî agahiyên ku ji kesên şahid hatin girtin, cenazeyên bişev bi helîkopterê anîne bi awayekî lez li vê beşa goristana bêkesan hatine definkirin.    Goristan di bin xeteriya hezazê de ne   Gorên ku tu navber ji wan re nehatiye dayîn ew maye ku axên wan tevli hev bibin. Ev rewş jî 282 cenazeyên di dema borî de ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin ku piştî wê li Goristana Kilyosa Stenbolê li peyarêyê hatin definkirin tîne bîra mirov. Herwiha gorên ku li kuntara çiyê hatine kolan, di rewşeke ku hezaz pêk bê de bi xeteriya windabûnê re rûbirû ne.