'Ez hestiyên lawê xwe dixwazim' 2020-12-16 09:07:28   ÊLIH - Serlêdanên malbata Cuma Îmen ê HPG'yî yên ji bo dîtina cenazeyê wî ku tê îdakirin di pevçûneke li Elkê de piştî sax hatiye girtin înfazkirin ên bê encam dimînin. Dayika Cuma Salîha got ku ew hestiyên lawê xwe dixwaze.    Li herêma Faraşîn a navçeya Elkê ya Şirnexê di sala 2017'an de di meha tîrmehê de operasyoneke leşkerî hatibû kirin. Piştî operasyonê HPG'ê daxuyaniyek dabû û gotibû ku 6 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha Walîtiya Şirnexê jî di 23'yê Tîrmeha 2017'an de diyar kiribû ku li heman herêmê du jê jin bi giştî 6 kesî jiyana xwe ji dest daye.    Piştî daxuyaniyê bi demekê di vîdeoyeke ku li ser medya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku di dema operasyonê de Cuma Îmen ê HPG'yî dema tê girtin leşker jê re dibêjin, "Bibêje ez teslîm bûme û leşkeran tu tiştekî xirab bi min nekiriye."Lê Cuma jî dibêje, "Li min didin, ji mêj ve ye li min didin. " Li ser vê axaftinê leşker vîdeoyê digirin û ji wê rojê şûnde jî agahî ji Cuma Îmen nayê girtin.    'Malbatê gilî kir'   Li gorî îdayan, Cuma piştî vîdeo hatiye girtin bi demeke kurt hatiye înfazkirin. Piştî dîmenên li ser medya civakî malbata Cuma Îmen (Koçer Devrîm), li Êlihê serî li ÎHD'ê dan. Malbatê diyar kir ku piştî bûyera 24'ê Tîrmehê derbarê bûyerê de tu agahî ji wan re nehatiye dayîn û ew dixwazin cenazeyê lawê xwe bigirin. Malbatê piştî serlêdana li ÎHD'ê  derbarê berpirsiyaran de gilî kir. Lê li gel ku malbatê gilî kir jî tu agahî ji malbatê re nehatiye dayîn.    'Ez hestiyên lawê xwe dixwazim'   Dayika Cuma Salîha Îmen, tişta qewimî bi bîr xit û got,"Heta niha tu agahî nedane me. Li ku ye em, miriye an jî saxe em nizanin. Di dîmenê ku me dît de leşkeran ew girtibû. Em çûn me cenazeyê xwe xwest. Lê tu agahîyeke zelal nedan me. Ne dibêjin ku me kuştiye û ne jî derbarê cenaze de agahiyekê didin me.  Ji xwe kuştine. Lê li ser cenaze jî dilîzin û heqaretê li me dikin. Kesên ji xwedê bitirsin nikarin vî tiştî bikin.  Ez hestiyên lawê xwe dixwazim û dixwazim goreke wî hebe."