Navê koçberiyê kirin veguherandina bajarvaniyê 2020-12-16 09:04:31   AMED - Bi taybetî li herêmê bi navê guhertin û veguhertina bajar polîtîkayek taybet tê meşandin. Piştî Sûrê niha jî li Rêzana Amedê bi navê veguherîna bajêr hewldanek heye. Şêniyên li taxê demên berê bibûn şahidê Sûrê ji ber vê jî niha di nava fikaran de dijîn.    Ji ber polîtîkayên dewletê ya veguherandina bajarvaniyê bi hezaran welatî koçber dibin û bi jiyanek din re rûbirû dimînin. Li cihên ku dimînin jî bi her cûreyên êrîşan re rûbirû dimînin. Di sala 2016’an de di çarçoveya guhertin û veguhertina navçeya Sûra Amedê ya ku di nav lîsteya mîrateya UNESCO de cîh digire, bi biryara Wezareta Bajarvanî ya Tirkiyê li taxên Elîpaşa û Lalebegê ji meha gulanê ve 806 xanî û avahî lê hatine hilweşandin. Bi vî awayî xelkê van taxan jî mexdûr bibûn. Niha li şûna wan avahiyên hatine hilweşandin ji aliyê TOKÎ’yê ve gelek avahî hatine çêkirin, lê bes li şûna li xwediyê wan malan belav bikin, bi pereyan difiroşin şêniyên wan taxan. Li taxan hin jî xebata înşatê didome.   Tevî van yekan niha jî di çarçoveya veguherandina bajarvaniyê de Navçeya Rezanê di nîqaşan de heye ku dîroka vê navçeyê 60 sal e. Bêtir li vir kesên ku koçberbûne dijîn. Li gorî daneyên fermî nifûsa wê derê 393 hezarî derbas kiriye. Di etapa 1’emîn de ku wê bibe qada veguherandina bajarvaniyê 337 avahî lê hene û hezar û 354 mal lê hene. Li vê cihê ku tê xwestin veguherînin qada bajarvaniyê 7 hezar mirov lê dijî. Ev proje jiyana 7 hezar kesan bandorê dike. Şêniyên wê taxê ji ber xizanî û rewşa polîtîkayên dewletê bi fikar in û naxwazin ev proje pêk were. Her wiha hin şênîyê wir jî di çarçoveya polîtîkayê dewletê ê şera taybet de ji ber hişbir, tiryak û pevçûnan de dixwazin ji wir derkevin. Ango desthîlatdar di bin navê vegûherandina bajar de heremên ku gel lê dijî bi pêşkeşkirina alîgiran bi komkujiyeke çandî re rûbirû dihêlin.   Paqijiya kolananên Ben û Senê şêniyên wir dikin   Dîsa di çarçoveya xebata restorekirina Sûrên Amedê ya ku di 10’ê tebaxê de hatibû destpêkirin de li semta Ben û Senê ya taxa Şehîtlîkê biryara hilweşandina 41 avahiyan hatibû dayîn. Gava mirov li kolanan digere rastî gelek qirêjiya tax û kolanan tê. Şêniyên ku di çarçoveya xebata restorekirinê de xaniyên wan bê hilweşandin, herî zêde ji bo qirêjahî û bêxwedîhiştina taxan bi gazinc in. Her wiha li gorî îdîayên xelkê wê derê şaredarî qet nayê taxê wan. Ji ber vê şênî paqijiya kolanan bi xwe dikin.   ‘Tapûya me jî hebû lê dîsa jî pereye me nedan’   Emîneya ku nexwest paşnavê xwe bêje yek jinekê ji ber projeya veguherandina bajarvaniya Sûrê hatiye mexdûr kirin e. Emîneyê destnîşan kir ku ew 5 sal in li benda encama doza xwe ne û wiha axivî: “Mala me li hêla Balikçilarbaşeyê bû. Xaniyê me xirab kirin. Tapûya me jî hebû lê dîsa jî pereyê me nedan. Me doz vekir lê ev dibe 5 sal pereye me nedan. Av û ceyrana me girtin lewra em bi neçarî ji xaniyê xwe derketin. Heta ku em malek bibînin li malên keç û kurê xwe man. 3 mehan em mal geriyan. Me eşyayên xwe xistibû bin înşaataa di nav de kûm û beton heyî. Piştî demek me li Şehîtlîkê mal dît û em li vir bi cih bûn. Em hê jî mexdûr in. Niha jî dibêjin li navçeya Rezanê van projeyan dixwazin pêk bînin. Heke xelkê Rezanê jî wekî me bikin ew ê pêrîşan bibin. Piraniya kesên ku li taxa Kaynartepeyê dijîn tapûya wan tune ye. Tapûya min hebû pereyê min nedan, yên ku tapûya wan tune ye qey pereye wan ê bidin?”   ‘Em naxwazin çanda me ya cîrantiyê xelas bibe’   Jina bi navê Tuba Yakişi ku li navçeya Rezanê dijî wiha got: “Di kolanan de zêdetir tiryak û pevçûn hene. Em dixwazin bila aramiya taxên me hebe lê naxwazin xaniyên me xirab bikin. Li Sûrê gel hat mexdûr kirin li vir jî dibe ku wisa hebe. Em li vir bi salan in bi cîh bûne. Zarokên me bi rehetî dikarin li kolanan bilîzin. Germahiya têkiliyên me yên cîrantiyê heye. Heke xaniyên me xirab bikin dê çanda me ya cîrantiyê jî xelas bikin.”