ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-16 09:00:00   *Hevseroka Bîroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Merwa Dirêyî têkildarî peyama ku ji bo darizandina kujerê Hevrîn Xelef ji sê aliyên fermî re hat şandin wiha got: "Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê sîwana terorîst û kujeran e. Her wiha axa Sûriyeyê firotiye dewleta tirk. Bû sedema qetilkirina Hevrînê. Hêviyên me hene ku xwesteka me ya di nameyê de ya darizandina kujerê Hevrînê pêk were." DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya PYD'ê Hêvîn Silêman di derbarê yekrêziya kurdan de nirxandin kir û wiha got: "Çareseriya hemû alozî û pirsgirêkan di rêya yekîtiyê re derbas dibe. Divê demildest partiyên kurdan ji bo yekîtiya kurdan xebatên xwe xurt bikin û gavên mezin biavêjin."DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên jin ên Amedê derbarê grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveger axivîn û gotin: “Ji bo ku grevên birçîbûnê bi dawî bibe divê tecrîda li ser birêz Ocalan bişkê. Azadiya Gelê Kurd girêdayî azadiya Abdullah Ocalan e. Em li dijî tecrîdê banga yekitiyê  dikim." BI DÎMEN    * Bi taybetî li herêmê bi navê guhertin û veguhertina bajar polîtîkayek taybet tê meşandin. Piştî Sûrê niha jî li Rêzana Amedê bi navê veguherîna bajêr hewldanek heye. Şêniyên li taxê demên berê bibûn şahidê Sûrê ji ber vê jî niha di nava fikaran de dijîn. BI DÎMEN    *Ji bo parastina çanda xwe jin berxwedêr û jêhatî ne. Girêdana wan bi xweza û çandê re nayê pîvan. Lewra ji ber  êriş, operesyon û bombebaranên li ser xwezaya me bi milyonan kes ji xaka xwe veqetiyan. Koçer jî yên ku herî zêde ji van pêkanînan bi bandor bûne ne. Jinên koçer, gotin ku ji koçeriyê veqetîn, ji xwezayê qutbûn e û ji xwezayê qutîn jî jiyanek mirî ye. BI DÎMEN   *Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayek taybet li hemberî herêmê tê meşandin û armanc dikin ku bi taciz û tecawizê rûmeta civakê bişkenîn û got: "Li dijî taciz û tecawizê em dikarin xwe birêxistin bikin û biparêzin. Her wiha jin dê bi hebûna xwe parastina civakê bike. BI DÎMEN    *Serlêdanên malbata Cuma Îmen ê HPG'yî yên ji bo dîtina cenazeyê wî ku tê îdakirin di pevçûneke li Elkê de piştî sax hatiye girtin înfazkirin ên bê encam dimînin. Dayika Cuma Salîha got ku ew hestiyên lawê xwe dixwaze. DÎMEN HEYE   *Heyeta ku ji hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê, dê li Elkê serdana esnafan bike. (11.00/16.00) BI DÎMEN    *Li Qamişlo li dijî qutkirina avê ya li ser Hesekê daxuyanî bê dayîn. (12.00) BI DÎMEN    *Li Hesekê ji bo Şengalê dê meşek bê lidarxistin. (09.00) BI DÎMEN