Tundiya li ser jinê li Efrînê didome 2020-12-15 17:04:10   EFRÎN - Jina bi navê Nedira Mihemed Hiso ku ji niştecihên Kantona Efrinê ye li Efrînê îşkence lê hat kirin.    Piştî dewleta tirk û hevkarên wê di 18'ê Adara 2018'an de Kantona Efrînê kirin bin kontrola xwe her roj mirovên ku li Efrînê mane tên kuştin, tecawizkirin û îşkencekirin.    Li gor agahiyên ku ketine di destên me jina bi navê Nedira Mihemed Hiso li Efrînê ji aliyê istixbarata dewleta tirk ve beriya mehekê hatiye revandin û ji îşkenceyên gelek giran re hatiye derbaskirin.    Nedira piştî ku ji îşkenceyên giran re derbas dikin di 13 Kanûnê de derbasî nexweşxaneya Efrînê dikin. Li gor agahiyên ku ketine  destên me  rewşa tenduristiya Nedira niha ne baş e.   Li gor bilançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ya sala 2020'an  jê 74 jin 805 kes hatine revandin û 54 jin hatine qetilkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê hemû sûcên dewleta tirk û hevkarên wê li Efrînê pêk tînin kirine belge  û saziyên peywendîda re şandine, lê belê heta niha bersivek erênî bi dest nehatiye xistin.