Yekîtiya Jinên Ciwan li ser zewaca bi temenê biçûk komcivîn li dar xist 2020-12-15 16:58:45   HELEB - Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê komcivînek di derbarê zewaca bi temenê biçûk de li dar xist.   Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê komcivînek di derbarê zewaca bi temenê biçûk de bi dirûşma "Em dibêjin na ji hemû tundiya ku bingeha civakê hedef digire", li hola Star ya taxa Şêx Meqsûdê li dar xist. Di komcivînê de bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Komcivîn li ser sê mijaran hate lidarxistin. Mijara yekem li ser sedemên zewaca bi temenê biçûk, ya duyem zirarên zewaca bi temenê biçûk û ya sêyem çareseriya zewaca bi temenê biçûk bû.   Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.    ‘Zewaca temenê biçûk pilaneke siyasî ye’   Paşê Endama Kongreya Star a bajarê Helebê Emîne Şêxo li ser sedemên zewaca bi temenê biçûk wiha axivî: "Zewaca di temenê biçûk de ji aliyê malbat û civakê ve sûcekî giran e, ji ber ku ew kesa ku tê zewicandin ji aliyê malbatê ve nakeve wê ferqê ku çiqasî bandorê lê  dike. Mafê her zarokekê ye ku jiyana xwe li ser bingeha pêşxistina hunerên xwe ya veşartî û girîngîdayina xwendina xwe ya ku dê pêşeroja wê ronî bike, dewam bike. Lê bi zewicandina wê sûcekî pir giran derheqê wê de pêk tînin, ji ber zewac ne tiştekî hêsan û ji rêzê ye. Zarokek dikare zarokekî din bîne, lê çawa wî xwedî bike ew girîng e. Pêwîst e ku civak u malbat di aliyê zewaca temenê biçûk de gelekî baldar bin û nekevin bin bandora urf u adetên civakê yên berê. Zewicandina zarokekê di temenekî biçûk de, li peyî wê pilaneke siyasî heye, ku dixwazin bingeha civakê hilweşînin. Di heman wextê de jî di nava civakê de zarokên sêwî pir dibin û bandoreke neyînî li civakê dikin."    ‘Bandorê li derûnî û tenduristiya wê jî dike’   Her wiha Rêvebera Meclîsa Tenduristîyê Leyla Hesen li ser ziyanên zewaca temenê biçûk der tê holê axivî û wiha dom kir:"Zewaca di temenê biçûk de bandoreke sereke li tenduristî û derûniya wê zarokê dike, lewra di milê bedenê de jî ew hîn nebûye 18 salî, ev jî dihêle ku di pêşerojê de pir pirsgirêkên tenduristîyê derbikeve. Sedema gelek ji dayikan ku canê xwe ji dest didin, yan zarok di hundirê zikê dayikê de difetise û dimire jî ji vê yekê tê. Di heman demê de jî piştî zewaca rewşên qetilkirin û întîharê çêdibe, ev hemî jî bandora ku zewacê li ser derûniya wê kirine. Eger li hember vê neyê sekinandin û civak neyê perwerdekirin, wê bandorê li nifşê nû bikin."   ‘Perwedekirin wê bibe bingeh’   Endama Yekîtiya Jinên Ciwan, Reşa Ehmed jî li ser çareseriya pirsgirêka ku civak her pê re rû bi rû dimîne kir: "Pêwîstî pê heye ku êdî civak ji vê rewşê derkeve, ji ber domandina wê, wê civakê ber bi tehlûkeyê ve bibe. Di rêya xweperwerdekirinê re em ê bikaribin vê rewşê ji holê rabikin, lê di serî de pêwîst e di aliyê zanistê de em hîn bêtir xwe kûr bikin. Di heman demê de jî pêwsît e em rê li ber zarok û ciwanan vekin û piştgiriyê bidin wê ku bixwîne û pêşeroja xwe ava bike. Ka em bi hev re li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin û civakeke têgihiştî ava bikin. Perwerde wê bibe hêza çareseriyê."   Piştî axaftinan sînevizyonek li ser zewaca bi temenê biçûk hat pêşkêşkirin.   Herî dawî komcivîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.