Mamoste û xwendevan li dijî qutkirina ava Stasyona Elokê meşiyan 2020-12-15 15:48:40   HESEKÊ - Mamoste û xwendevanên ziman rawestandina stasyona ava Elok a ji aliyê dewleta tirk ve bi meşekê şermezar kirin.   Ev zêdetirî 20 rojane şêniyên Hesekê ji ava stasyona Elokê bê par mane. Her wiha hin pêdiviyên stasyona ava Elokê ji aliyê komên  girêdayî dewleta tirk hatine dizîn. Îro xwendevan û mamosteyên bajarê Hesekê daketin qadan û pilanên dewleta tirk û komên girêdayî wê şermezar kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Li qêrîna Hesekê guhdar bikin", " Hesekê tî maye" û "Na ji dagirkeriyê re" hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Merşo ya bajarê Hesekê dest pê kir û li çerxerêya Rodko veguherî mîtîngê.   'Dewleta tirk dixwaze gel koçber bibin'   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberiya Dibistanan Azad Mehmûd teqez kir ku armanca dewleta tirk ew e ku gel neçarî koçberiyê bike û wiha domand: "Dewleta tirk bi hemû rêbazên xwe hewil dide îradeya gelan bişkîne û neçarî koçberiyê bike. Lê gelê me xeta berxwedanê hilbijartiye û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşe. Tu carî li hember pilanên qirêj teslîm nabe û wê her li ber xwe bide."   'Divê qêrîna dengê Hesekê were guhdarkirin'   Mamosteya bi navê Mihemed Ehmed jî bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku rê li ber pilanên dewleta tirk bigirin û wiha got: "Bêtirî mîlyonek kes ji stasyona ava Elo avê vedixwe, niha ji ber dagirkeriya dewleta tirk şerekî bêexlaqî  li hember mirovan tê meşandin. Divê rêxistina mafê mirovan bi lezgînî li ser vê mijarê bisekine û ji kiryarên dewleta tirk hesab bipirse û li qêrîna dengê Hesekê guhdar bike."   Meş bi dirûşman bi dawî bû.