Dayikên Gerîla ber bi sînor ve meşiyan 2020-12-15 14:33:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Gerîla bi armanca şermezarkirina êrişên PDK'ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ber bi Deriyê Sînro yê Sêmalkayê ve meşiyan.    Di 13'ê Kanûnê de li Gundê Sêgirê yê Navçeya Amediyeyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişan de HPG'yîyekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn. Li dijî êrişan Dayikên Gerîla û welatiyên Dêrikê ber bi Deriyê Sînro yê Sêmalkayê ve meşiyan.    Piştre dayikê ew ê daxuyaniyê bidin.