Dayika Aştiyê Garip Erinç jiyana xwe ji dest da 2020-12-15 13:05:26   WAN - Dayika Aştiyê Garip Erinç a ku bi 'laçika xwe ya spî' li kujerên lawê xwe digeriya qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Dayika Aştiyê Garip Erinç (75) a ku lawê wê Zeki Erinç di 2008'an di pîrozbahiyên Newrozê de bi guleya polîsan hat kuştin û kujerê wî nehat dîtin, jiyana xwe ji dest da. Garipê li Kuçeya Xaçortê ya Rêya Armûşê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Ew ê cenazeyê Garipê li Goristana Kuçeya Karşiyakayê were definkirin.    'Bila canê Gelê Kurd sax be'   Garipê bi salan di nava Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê de ji bo aştiyê û kujerên lawê wê Zekî bê darizandin têkoşiya. Garipê di Newroza 2009'an de têkildarî lawê xwe Zekî yê wekî 'Şehîdê Newrozê' ji aliyê Waniyan dihat bîranîn wiha got:"Dewletê lawê min bê sûc û sebeb kuşt. Ji lawê min 7 zarok û hevjîna wî ya hêsirê wê dibariya man. Bila canê Gelê Kurd sax be. Dema min do wêneyên lawê xwe di destên mirovan de dît ez kêfxweş bûm. Ez ji bo Waniyan spas dikim."