TJA:Jinên rojnameger dibin hedefa mîlîtarîzmê 2020-12-15 12:32:18   AMED - TJA'yê qetilkirina Rojnameger Malalai Maiwand a ji aliyê DAÎŞ'ê ve şermezar kir û got jinên rojnameger dibin hedefa mîlîtarîzmê.   Endama Parastina Rojnamegerên Jin û Nûçegîhana Enekaas TV a Afganî Malalai Maiwand di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA),  bi daxuyaniya ku da qetilkirina Rojnameger Malalai Maiwand şermezar kir û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê jinên rojnameger ji ber şerdên zor ên li Rojhilata Navîn bên parastin lê belê berovaojî vê yekê dibin hedef.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Endama Parastina Rojnamegerên Jin û Nûçegîhana Enekaas TV a Afganî Malalai Maiwand di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat qetilkirin. Malalali rê hemû cîhanê da ku jin ancax bi serîhildanê li dijî dijwariyan derkevin. Em vê êrişa hatiye kirin şermezar dikin. Di salên 90'î de jî Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Gurbeteli Ersoz jî têkoşîna xwe belav kir û ji rojnamegerên jin ên kurd mîrateyeke mezin hişt. Gurbeteli jî bû hedefa mîlîtarîzmê û di 7'ê Cotmeha 1997'an de hat qetilkirin.    Rojnamegera jin a kurd Deniz Firat a bû hedefa DAÎŞ'ê û hat qetilkirin, bi kameraya xwe hovîtiya DAÎŞ'ê ji cîhanê re ragihand. Rojnemegeriya li Rojhilata Navîn a zor ji bo jinan zortir e. Bi taybet jinên dengê jinan didin bihîstin dibin hedefa faşîzmê.    Di vê pêvajoya ku civak ber bi tarîtiyê ve tê kişandin de jinên rojnameger ew ê civakê bigihêjin "ronahiyê". Em ji vê yekê bawer in."