'Rejîma Sûriyeyê siyaseta birçîbûn û çongdayînê dide meşandin' 2020-12-15 09:03:00   Ferîde Zade   ŞEHBA - Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê, Werdê Şêxo têkildarî ambargoya Rejîma Sûriyeyê ya li ser Kantona Şehbayê dide meşandin nirxandin kir. Werdê wiha got: "Rejîma Sûriyeyê siyaseta birçûbûn û çongdayînê li ser gelê li Kantona Şehbayê dijîn, dide meşandin."   Ji destpêka rizgarkirina Kantona Şehbayê vir de şêniyên wê ji aliyê Rejima Sûriyeyê ve rastî dorpeçê tên. Piştî şêniyên Efrînê koçberî Şehbayê bûn ev dorpeç roj bi roj zêdetir bû. Rejima Sûriyeyê li gor daxwazên xwe bi rojan rê digire, pêdiviyên sereke yên mîna gaz, ard û mazotê nahêle derbasî Kantona Şehbayê bibe. Li dijî vê ambargoyê şêniyên li Kantona Şehbayê dijîn rabûn serhildanê û ambargoya ku Rejîma Sûriyeyê li ser wan ferz dike şermezar kirin. Girêdayî ambargoyê, Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Werdê Şêxo nêrîna xwe parve kir.    'Ambargoya ku tê ferzkirin qeyrana jiyanî dide jiyîn'   Werdê di destpêka gotina xwe de da zanîn ku erka wan a sereke ew e ku pêdiviyên gel bi cih bînin û wiha domand: "Erka sereke ya Desteya Kar  û Barên Civakî ew e ku pêdiviyên gel bi cih bînin. Di Şehbayê de 5 kampên koçberên Efrînê hene û di nava van kampan de bi hezaran gelên sivîl yên pêkhateyên cuda dijîn. Di kampan de nêzî 24 hezar malbat hene û niha em di demsala zivitanê de ne. Pêwist e em alîkariya koçberan bikin û pêdiviyên wan ên jiyanî bi cih bînin. Lê belê Rejîma Sûriyeyê ambargoyê li ser me ferz dike û ev yek jî qeyrana jiyanî dide jiyîn. Rejima Sûriyeyê rê li ser gel qut kir û pêdiviyên jiyanê yên mîna nan, ard û mazot nayê Şehbayê. Her wiha em mazota ku tê didin şaredariya gel da ku li gelê Şehbayê belav bikin û bikaribin ceyranê bidin gel. Lê belê ev nêzî mehekê ye mazot nayê Şehbayê û qeyranek pir mezin tê jiyîn. Niha Rejima Sûriyeyê her ku diçe dorpeça xwe mezintir dike û jiyan jî her ku diçe dijwartir dibe. "   'Miqdara Mazotê pêdiviyên gel pêşwazî nake'   Werdê di dewama gotina xwe de qala serhildana gel a li dijî ambargoyê anî ziman û wiha domand: "Şêniyên ku li Kantona Şehbayê dijîn, li dijî ambargoya Rejîma Sûriyeyê rabûn serhildanê û meşek girseyî li dar xistin. Gelê Şehbayê bi helwesta xwe hesab ji rejimê pirsîn. Piştî serhildanê sê rojan rejimê rê vekir, lê belê miqdara mazota ku derbasî Kantona Şehbayê dibe pêdiviyên gel pêşwazî nake. Her wiha bîdonê mazotê gelek bûha ye û her bîdonek têrî demsala zivistanê bi temamî nake. Her wiha gel di peydakirina pêdiviyên jiyanê de zehmetiyan dijîn, ji ber piştî Zagona Qeyser dolar pir bûha bûye û bi dorpeçê re jî jiyan zehmetir dibe."   'Rejîma Sûriyeyê siyaseta birçîbûn û çongdayînê dide meşandin'   Werdê wiha bi dawî kir: "Rejima Sûriyeyê siyaseta birçîbûn û çongdayînê li ser gel dide meşandin. Li gor nêrîna Rejîma Sûriyeyê dê gel mecbûrî çongdayînê ya ji bo  pergala Sûriyeyê û desthilatdariya wê bibe, lê serhildana gel eşkere kir ku tu pergal nikare li pêşiya berxwedana gel bibe asteng. Gelê ku li Şehbayê dijîn bi têkoşîna xwe peyamek pir xurt dan Rejima Sûriyeyê. Ji bo wê çi astengî li pêşiya me hebe jî em ê bi têkoşîn, berxwedan û yekîtiya xwe van astengiyan têk bibin. Berxwedan û têkoşîn dikevin pêşiya hemû zordariyan."