ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-15 09:00:00   *Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê, Werdê Şêxo têkildarî ambargoya Rejîma Sûriyeyê ya li ser Kantona Şehbayê dide meşandin nirxandin kir. Werdê wiha got: "Rejîma Sûriyeyê siyaseta birçûbûn û çongdayînê li ser gelê li Kantona Şehbayê dijîn, dide meşandin." DÎMEN HEYE   *Bi boneya sêyemîn salvegera radyoya Star FM'ê, endam û revebirên Radyoya Star FM'ê, xebat û pêşketinên xwe nirxandin û wiha gotin: "Armanca me ew bû ku jin bikaribin bi awayekî rehet bi rêya radyoya me hest, awaz, daxwaz, hêvî û gazincên xwe bi me re parve bikin. Li gor xwestekên tevahî jinan em tev digerin û pêşniyarên wan jî digirin dest." DÎMEN HEYE   *Li herêmê li hemberî xwezayê polîtîkayek taybet tê meşandin. Di nava salekî de hem ekolojiya herêmê hat texrîpkirin û hem jî ji bo sermayedaran qadên rantê hatin vekirin.    *Şukran Dogan bi salane di nava Dayikên Aştiyê de cih digire banga piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê kir û got: "Bi hezaran zarok, ciwan û dayikên me di girtîgehan de ne. Ew ji li wir tên tecrîtkirin. Bi tundî û bêmafiyan re rûbirû dimînin. Ev ji yek ji bêtehemiliyên wan e. Divê em li dijî tecrîda li hemberî Îmraliyê û li tevahiya girtîgehan bêdeng nemînin.” BI DÎMEN    *Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku geşedanên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê hewcedariya yekitiyê carek din derxist holê û got: "Li başûr ji bo statuyê gelek bedel hatin dayîn û divê îro ji bo xwedî li derketina destkeftiyên bi salan hewldanek hevpar bê nîşandan û ev tişt jî avakirina yekitiya neteweyî ye." BI DÎMEN    *Gelên Sûriyeyê ku bi hêviyên rizgarbûyina ji pergala serdest a Rêjîma BAAS’ê dest bi serhildana 2011'an kirin, di roja îro de bi mudaxaleyên hêzên cuda rû bi rû dimînin. Rêjîma BAAS'ê bi alîkariya Rûsya û Îranê desthilatdariya xwe didomîne û Opozîsyona Sûrî jî îro li gor berjewendiyên kesên ji derve mudaxaleyî Sûriyeyê dikin tev digere.    *Dayikên Aştiyê bal kişandin ser greva birçîbûnê û gotin: “Bila êdî ew zilm ji holê rabe. Me berê çawa ji bo zarokên xwe çalakî kirin em îro jî bikin. Heke hewce bike em ê bikevin greve jî. Em naxwazin ku cenaze ji girtîgehan bên derxistin.” DÎMEN HEYE   *Behiye Bakî ya dengbêj ku di GIrtîgeha Tîpa T ya Wanê de dimîne dengê wê dîwaran derbas dike. Behiye ya ku bi stranên Ayşe Şan Meryem Xanê mezin bûye, ji ber sitranên ku dibêje di girtîgehê de dimîne. Behiye got, "Tenê bedena min girtî ye, lê nikarin dengê min qut bikin."    *Li Helebê dê bi mijara di temenê biçûk de komxebatek bê lidarxistin. (10.00)   *Li Heserê mamostê dê li dijî qutkirina ava Elokê dê meşek li dar bixin. (12.00)    *Heyeta ku ji Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Oztûrk ve pêk tê, dê li Qilebanê serdana esnafan bikin. (11.00/16.00)