Guhertina demografiya xwezayê zerarê dide ajalan 2020-12-14 17:18:20   NAVENDA NÛÇEYN - Federasyon û 50 sazîyan derbarê qetilkirina ajalan de daxuyaniyek hevpar dan.    Sazîyên sîvîl li dijî nêçîra ajalên kovî yên li Çewlik û navçeyên wê tê kirin daxûyanîyek nivîskî ya hevpar dan. Di daxûyanîyê de hat gotin ku ji meha tîrmehê vir li van navçeyan 14 pezkovî hatine qetilkirin. Bi destura Wezereta Çandiniyê ji bo nêçîra ajalên kovî îhaleya nêçîrê hatibû kirin.    'Bila dest nedin ajalan’   Di daxûyanûyê de hat diyarkirin ku bi çêkirina HES û bendavan demografiya ajal û demsala herêmê jî dughure û gelek ajal di van bendavan de can didin. Di daxûyaniyê de girîngîya jîyana resen a ajalan hat bibîrxistin û haat gotin ku ger pêşî li van qetlîmên suruştê nehê girtin dê hemû zindî ji vê zerarê bibînin.