Li taxên Sûrê hilweşandin berdewam dike 2020-12-14 15:23:26   AMED - Li Taxa Savaşê ya Sûrê ku piraniya wê beriya niha hatibû hilweşandin, bi biryarên ku nû hatin girtin re, hat îdakirin ku li gel avahiyên dîrokî gelek avahî hatine hişweşandin.   Li navçeya dîrokî ya Sûrê di sala 2015'an de piştî pevçûnên ku derketin ji bo 6 taxan biryara hilweşnadinê hat dayîn û hilweşîna hat destpêkirin bi biryara Wezareta derdor û Bajarvaniyê li herêmekê din berdewam dike.   Di çarçoveya vê biryarê de li taxa Savaşê li kuçeya Demîrcîler û Degerê, berî bi du hefteyan hilweşandin hat destpêkirin û hilweşandina hat kirin qediya .   Îdaya avahiyên dîrokî hatine hilweşandin   Herwiha hat îdakirin ku li heman qadê berhemên dîrokî jî hatine hilweşandin û kevirên wan jî ji taxê hatine derxistin. Hat ragihandin ku ji bo xaniyên şêniyên taxê ên hatin hilweşandin pereyekî kêm hatiye dayîn lê dukandarekî ku belge îmze nekiriye jî dukana wî hatiye hilweşandin.