Kesên di komkujiyên li Cizrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn 2020-12-14 14:58:46   ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di bernameya bîranîna kesên di dema qedexeya derketina derevde de ya sala 2015'an jiyana xwe ji dest dan de axivî û got: “Li Cizîrê gelê me kirin jêrzemînan û bi awayê komî qetil kirin. Lê li gel van êrîşên hovane ku hatin kirin jî gelê me teslîm nebû. Em bi gelê xwe serbilind in."   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minesebeta salvegera qedeya derketina derve ya di sala 2015'an de li Cizrê hat ragihandin  tevlîbûna Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin, li avahiya konferansê ya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê hatin bîranîn. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş, endam û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û malbatên kesin hatin qetilkirin tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta "Me li ber xwe da, me çog nedan, bi me serbilind bin" hat vekirin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê û dirûşma “Şehîd Namirin” hat destpêkirin. Pişte sînevîzyona li ser jiyana kesên di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hat temaşekirin.   Piştî sînevîzyonê parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran, diyar kir ku di pêvçûnên 2015'an de dewletê tunekirina Gelê Kurd armanckiribû û got ku li dijî polîtîkayên şer ew ê heta dawiyê tebikoşin.   'Serkeftin a Gelê Kurd e'   Piştre Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk axivî. Berdan, bi lêv kir ku Gelê Kurd li dijî zilma dewletê tu caran serê xwe netewand û wiha axivî:" Hikûmeta AKP'ê di 14'ê kanûna 2015'an de biryarek girt. Ev biryar jî plana hilweşandinê bû. Li ser tunekirina Gelê Kurd gav bi gav ev plan dan meşandin. Lê berxwedana ji bo xwerêvebirinê ev plan têk bir. Pergal li ser tunekirin û tunehesibandina Gelê Kurd hatibû avakirin.  Îro jî vê dijminantiya xwe didomînin. Belê,raste, heta niha  gelek caran Gelê Kurd di komkujiyan re hatiye derbaskriin, koçber bûye û bûye pênaber. Lê gelê ji bo jiyaneke azad tu caran dev ji têkoşînê bernedaye. Ji ber wê jî heta ku ev bîr û baweriya me hebe em ê bi ser kevin. Di şexsê Mehmet Tunc,Aysel Yukselan de em hemû berxwederên Cizîrê  bi bîr tînin. Serkeftin a Gelê Kurd e, serkeftina ya Rojhilata Navîn e."   ‘Me tu caran çong neda’   Herî dawî jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî. Leyla jî bal kişand ser berxwedana kesên di jêrzemînan de jiyana xwe dest dan û diyar kir ku li Cizîrê bi pêşengiya Mehmet Tunç destana berxwedanê hatiye nivîsandin û wiha domand: “Ez di serî de hemû şehîdên Cizîrê bi rêzdarî bi bîr tinim. Em kêfxweşin ku me ev berxwedêr nas kirin. Bi rastî jî em ji we re çi bikin têrê nake. Ji ber ku Gelê Kurd gelekî fêdakar e. Li Rojhiilata Navîn tu gel weke Gelê Kurd nine. Ji ber wê em li hemberî têkoşîna gelê xwe serê xwe ditewînin. Herkes dibêje kurd çi dixwazin? Kurd çima li ser piyan e?  Çima zarokên kurd bêyî mezin bibin tên kuştin? Çi qewimî li ser vê axê? Lê me ji dinyayê re  her tim gotiye û em dibêjin em kurd in û navê axa me jî Kurdistan e. Li bajaran, kolanan,zinadanan zarokên me dibêjin em kurd in. Di parlementoyê de hevalên me bi rojane li ber ber xwe didin. Dibêjin 'Em kurd in'  Di dema pêvajoya xwerêveberinê de li Sîlopyayê dayikan rabûn gotin,"Em jin in, kurd in û em nakevin" Em ew in. Em tu caran nakevin. Ji ber ku em têkoşîna mirovahiyê dimeşînin em li ber xwe didin. Dibe ku îşkence li me bikin, dibe ku me bigirin biavêjin zindanan,lê ew ê vîna me teslîm negirin. Em teslîm nabin. Ew rihê me yê teslîm nabe wan dikuje, wan har dike û dîn dike.  Me tu caran çong dananî. Bi berxwedanê em ê vê dozê bigihîjin armancê."   'Em bi wan serfirazin û em bi wan serbilind in’   Leyla, dawiya axaftina xwe de got Cizîr warê berxwedanê ye û gelê kurd li dijî pêkanînên dewletê tu car serê xwe netewandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di kesayet birêz Ocalan de 22 salin li ser Tirkiyeyê tecrît heye. Li hûndir de be, derve be, li ku derê be em ê li ber xwe bidin. Em bi dîroka xwe hînî berxwedanê bûn. Ji Şex Seîdan, heta Seyît Rizayan ev berxwedan didome. Ji ber wê neyarê me ketiye fikaran. Hin ji wan dibêjin,"Bila xaka me terik bikin" hin ji wan dibêjin," Em hemûyan bikujin"Tiştê ku dewlet  bike nemaye. Ne tenê Cizîr, li Nisebînê,Geverê, Surê gel li ber xwe da. Hevalên me teslîm nebûn û li ber xwe dan. Li cîhanê kesê ku ev berxwedan nebihîstî nema. Em bi hevalên xwe serfirazin û em bi wan serbilindin."   Bîranîn bi dayîna mewlûdê û dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Botanê” bi dawî bû.