'Erka me ya dîrokî ye ku em ji tecrîdê re bibêjin na' 2020-12-14 09:06:40   ENQERE - Seroka Devrîmcî Partî (Partiya Şoreşger) Elîf Torun Oneren, ku derbarê girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê destpêka hemû tecrîdan e û got, "Erka me ya dîrokî ye ku em ji tecrîdê re bibêjin na."   Girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li  girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Greva ku di roja 18'an de berdewam dike ji aliyê koma çaran ve hat dewergirtin. Seroka Devrîmcî Partiyê (DP)  Elîf Torun Oneren, diyar kir ku grevên birçîbûnê tenê dikarin bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin.    'Dixwazin Gelê Kurd tenê bihêlin'   Elîfê bi silavkirina girtiyên ku li dijî tecrîdê di grevê de ne dest bi axaftina xwe kir û got, "Ev helwest li dijî Gelê Kurd e. Tê xwestin ku Gelê Kurd tenê bê hiştin.  Bloka faşît a AKP -MHP'ê, bi hinceta şert û mercên pandemiyê, li aliyekî hevdtîina girtiyan bi parêzer û malbatên wan re qedexe dikin û li aliyekî jî jiyaneke dijmirovî li hundir li girtiyan ferz dikin.Hineceta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê li Îmraliyê bi cezayê dîsîplînê pênase dikin. Lê li gorî ku em ji çapemeniyê dişopînin, ev ceza 2 mehan ji malbatê hatiye veşartin û piştî ku di warê hiqûqî de mafê îtîrazê bi dawî bûye ji malbatê re ragihandine.  Ev sûcê mirovahiyê ye."   'Tecrîda li îmraliyê destpêka tecrîdên din e'   Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li girtîgehan şert û merc her ku diçe giran dibin, ev jî rê li ber tecrîd û tundiyê vedikin. Elîfê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha dirêjî da axaftina  xwe, "Wan bi mirinê ceza dikin. Ev kes nikarin li xwe binêrin. Ev ne tecrîde jî ev cînayet e .Tecrîda ku li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan hat destpêkirin li girtîgehên din jî belav bû. Ev tecrîdên li  hûndir in û yên li derve jî hene.  Li malan jin tên tecrîdkirin, li kargehan patron kedkaran tecrîd dike, tecrîda li ser sosyalîstan û tecrîda li ser LGBT'yîyan e.  Bi van tecrîdkirinan re faşîzm jî her ku diçe pêş dikeve. Ev xwe bi pêkanînên AKP û MHP'ê xwe dide der."    'Piştgiriya ji bo  girtiyan erka me ya dîrokî ye'    Elîfê got ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê her kes li dijî tecrîdê têbikoşe û ev tişt got, " Piştevaniya ji bo girtiyan erka me ya dîrokî ye.  Dema ku em li dijî tecrîdê derkevin wê faşîzim jî paşve biçe. Berxwedana girtiyan berxwedana rûmetê ye.  Erka her kesên li derev ye ku li dijî vê tecrîdê têkoşînê bidin û piştgiriyê bidin girtiyan. Reva ji vê erkê ya ber bi faşîzmê ve ye.  Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê em bibin dengê girtiyan. Ez bang li her kesî dikim û dibêjim ji bo ku tecrîda civakî bi dawî bibe divê her kes piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê."   'Me dengê faşîzmê dibihîst niha jî em di şertên wê de dijîn'   Elîfê got, "Ji bo ku grev bê mirin derbas be divê herkes li erka xwe ya drîokî xwedî derê." Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got, "Em wekî Devrîmcî Partî amade ne ku li gel muxalifên di nav civakê de dengê xwe bilind bikin. Îqtîdarê niha cihê darazê jî girtiye.  Em diheman demê de bi îqtîdara yek kesî ku ku qanûnan bi xwe di guhere re rûbirû ne. Em niha di şertên faşîzmê de dijîn. Her ku îqtîdarê hêza xwe winda kir şer zêde kir."   'Tecrîd tevahiya cîhanê eleqedar dike'   Elîfê diyar kir ku divê tevahiya Tirkiyeyê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike û wiha dawî li axaftina xwe anî," Li gel van hemû pêkanînan Gelê Kurd hedef hatiye giretin. Tundiya herî mezin li HDP'ê û sosyalîstan tê kirin. Sererastkirina zerara ku gelan dîtiye gelek zahmet e."