'Ger ku daxwazên zarokên me bi cih neynin em ê jî bikevin grevê' 2020-12-14 09:05:32   AMED - Muhrîban Aslan a ku lawê wê di koma 3'emîn a çalakiya grevê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ket grevê diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûl kirin û wiha got, "Ger ku daxwaz neyên qebûlkirin em ê jî dest bi grevê bikin."   Li girtîgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva ku koma 4'emîn dewr girt çalakvanên greva birçîbûnê ya 2018'an jî tevli çalakiyê bûn. Girtiyên ku di warê fizîkî de bi gelek pinpêkirinan re rûbirû tên diyar dikin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê çalakya xwe bidomînin.    Baran Aslan ê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û di Girîgeha Tîpa E ya Amedê de ye yek ji girtiyên ku di 2019'an de tevli greva birçîbûnê bûye û niha jî tevli greva ku hatiye destpêkirin bûye ye .Dayika Baran Muhrîban Aslan derbarê rewşa lawê xwe de axivî.   'Ez li pişt lawê xwe û têkoşîna wî me'   Muhrîban diyar kir ku lawê wê 5 sal e di girtgehê de ye, ew ne tenê ne wekî wan bi hezaran malbatên girtiyan hene. Mîhrîban got ku girtina lawê wê ji bo wan gelek zahmet e û ev rewş careke din bi destpêkirina grevê re ji bo wan bêhtir zahmet bûye. Muhrîban wiha berdewam kir, "Ez ne dixwazim lawê min di vê çalakiyê de bihele û ne jî girtiyên din. Divê çareseriyek ji  vê rewşê re bê dîtin. Hemû kesên di girtîgehê de zarokên min in.  Ez dixwazim dawî li vê tundiyê bê. Berê jî lawê min ketibû grevê û dema ku min çû ew dît ez bi rojan bi ser hişê xwe nehatim. Lê ez li pişt lawê xwe û têkoşîna wî me."   'Ger ku daxwazan qebûl nekin em ê jî bikevin grevê'   Muhrîbanê diyar kir ku pêvajo her ku diçe zahmet dibe, tenê daxwazeke lawê wê heye û heta ku ev daxwaz neyê qebûlkirin jî wê têkoşîna xwe bidomîne. Muhrîbanê wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ger ku daxwazên zarokên me neyên qebûlkirin em ê jî bikevin greva birçîbûnê. Em naxwazin ku wekî grevên berê dîsa cenaze ji girtîgehan bên derxistin. Em mafên xwe dixwazin. Bi girtina zarokên me ev tişt çareser nabe. Ger ku ew li wê di greva birçîbûnê de bin ez li vir ne rehet im.  Ez naxwazim ku zarokên me bihelin. Ez dayikim û edaletê dixwazim."