'Fikir û felsefeya Rêber Apo di dilê her mirovekî de ye' 2020-12-14 09:04:25   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêvebera Kongreya Star a Bajarê Qamişloyê Şaha Xelîl derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin de wiha got: "Daxwaza dewletan ji tecrîdê ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo bikin nav çar diwaran ku tu kes hîn nebe. Lê fikir û Felsefeya Rêber Apo di dilê her kesî de ye û em ê weke tevgera jinê ji bo azadiya Rêber Apo her di nava çalakiyan de bin."   Ji roja ku komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û heta roja îro ev komplo bi rêbazên cuda cuda berdewam dike. Niha jî tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Li dijî tecrîdê li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakiyên gireva birçîbûnê destpêkirin û Gelê Kurd jî li hemû derê li dijî tecrîdê dî çalakiyan de ye. Têkîldarî tecrîdê Rêvebera Kongreya Star a Bajarê Qamişloyê Şaha Xelîl nêrîna xwe parve kir.    'Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo heye'   Şaha di destpêka gotina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo hate meşandin û Rêber Apo di 15'ê sibata 1999'an de hate girtin û teslîmî Tirkiyê hat kirin. Komplo heta niha bi awayên cur bi cur dewam dike û tecrîd jî her ku diçe tê girankirin. Mafê hemû girtiyan heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin, lê belê ev maf jî ji destê Rêber Apo hatiye girtin. Armanca dewletan ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo di nava gelan de neyê belav kirin û ji ber vê nahêlin ku tu kes pê re hevdîtinê jî bike."   'Êrîş û pilanên qirêj berdewamiya komployê ne'   Şaha di dewama gotina xwe de tecrîd şermezar kir û wiha domand: "Daxwaza dewletan ji tecrîdê ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo bikin nav çar dîwaran ku tu kes hînî fikrên azad nebe û mafê xwe nexwaze. Bi sedan sale ku dewletên kapîtalîst li ser keda gelan xwe didin jiyîn.  Lê Rêber Apo ev yek dît û qebûl nekir. Ji bo wê projeya netewa demokratîk ji bo gelan ava kir. Fikir û felsefeya Rêber Apo hemû gelan esas digire.  hemû pêkhate pergala Rêber Apo ya ku ji bo gel pêşniyar kiriye qebûl dikin. Êrîş û pilanên ku îro li ser me tên meşandin hemû berdewamiya komploya navneteweyî ne."   'Em em ê li dijî tecrîdê li ser piyan bin'   Şaha herî dawî diyar kir ku ew weke tevgera jinê ji bo bidawîkirina tecrîdê wê her di nava çalakiyan de bin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk û hevkarên wê dixwazin Rêber Apo dûrî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bixin û dibêjin ku bi vê dûrxistinê wê ev şoreş têk biçe.  Lê em jî ji dewleta tirk û hevkarên wê re dibêjin ku em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bijîn û destkeftiyên xwe biparêzin. Rêber Apo di dilê me de her dijî. Em weke rêxistina jinê em ê herdem li ser piyan bin û ji bo şikandina tecrîda girankirî her di nava çalakiyan de bin."