Greva birçîbûnê di roja 17'an de ye 2020-12-13 11:09:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi dewirgirtina koma çaremîn di roja xwe ya 17'an de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafen li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin bi dewirgirtina koma çaremîn di roja xwe ya 17'an de didome.    Girtiyan di peyama xwe ya bi rêya telefonê şandin de gotin, "Bibin dengê girtiyan, werin em bi destên hev bigirin û faşîzmê bi erdê re bikin yek."