Hediya Şemo: Dê Êzidî nûnertiya kujerên xwe qebûl nekin 2020-12-13 09:04:27   Roj Hozan-Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Hevseroka PYD'ê ya nevçeya Tirbespiyê Hediya Şemo, têkilarî peymana ku li ser Şengalê di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin, nirxandin kir. Hediyayê wiha got: "Em ê qebûl nekin ku kujerên me îradeya me temsîl bikin. Di fermanê de Êzidî di nava destên DAIŞ’ê de hiştin û niha jî xwe weke rêveberên me dibînin. Bila peymanên xwe li dijî dijminên ku îro xaka wan dagir dike pêk bînin û bihêlin ku civaka Êzidî aram bijî."   Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de peymanek li ser Şengalê hate îmzekirin. Li gor vê pêymanê de 10 hezar leşkerên Îraqê wê derbasî Şengalê bibin. Civaka Şengalê vê peymanê weke destdirêjiya li ser nirxên xwe pênase dikin. Her wiha tu îradeya Kurdên Êzidî di nava vê peymanê de tune ye. Têkildarî mijarê Kurdên Êzidî bertekên xwe li dijî vê peymanê nîşan didin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya nevçeya Tirbespiyê Hediya Şemo ev peyman nirxand.    'Pêwistî hebû ku Şengal bibe xwedî rêveberiyeke xweser'   Hediyayê di destpêka axaftina xwe de xwebirêxistinkirina welatiyên Şengalê nirxand û wiha got: "Berî xwebirêxistinkirinê her kes dizane bê çiqas civaka Şengalê di rewşên zehmet re derbas bûye û rastî fermanên bi êş hatiye. Fermana herî dijwar ya ku dîrokê li ser nivîsand jî fermana çeteyên DAIŞ’ê bû ku kurdên êzidî weke destdirêjiya li ser nirxên xwe pênase kirin.  Êdî piştî vê fermanê pêwîstî hebû ku kurdên êzidî bibin xwedî rêxistineke xweser û hêzeke parastinê ku bikaribe ji dijminan re bibin bersiv, ava bikin. Civaka Şengalê bi hemû zehmetî û birînên xwe dîsa ser piyan xwe hişt û rêxistina xwe ava kir. Dîsa jî yên ku pêşengtiya vê rêxistinbûyinê kirin jinên Êzidî bûn ku di nava hemû qadan de cihê xwe girtin, xaka xwe parastin û bi rê ve birin. Êdî Şengal bû xwedî statu û kurdên Êzidî jî bûn xwedî vîn. Ev gaveke girîng bû ji bo me tevahî Êzidiyan ku careke din ferman li ser me dubare nebin."   'Xwestin çanda êzidiyan di nava serweriya xwe de bidin bişavtin'   Hediya di domandina axaftina xwe de bal kişand ser berjewendiyên hêzên ku berî fermanê Şengal diparastin, her wiha serweriya wan a li ser çanda vê civakê û wiha domand: "Ger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku civaka Êzidî bi gelek xapandinan re rû bi rû maye. Mixabin hêzên ku berî fermanê Şengal bi rê ve dibirin tenê ji bo berjewendiyên xwe li wir diman û tu girîngî nedidan kurdên Êzidî yên ku xwedî çand û dîrok in. Hêzên di Şengalê de bi xwe nedixwestin ku çavên Êzidiyan li doza têkoşîn û azadiyê vebe. Xwestin Êzidî tune bin û çanda wan jî di nava serweriya xwe de bidin bişavtin. Ev sîstem jî tenê dewletên netewperest li ser civakan didin ferzkirin."   'Dê Êzidî nûnertiya kujerên xwe qebûl nekin'   Hediya di domandina nirxandinên xwe de bal kişand ser peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê hatiye îmzekirin û wiha pê de çû: "Peymana ku di navbera herdu hikûmetan de Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê hatiye çêkirin ne li gor berjewendiyên kurdên Êzidî ne, ji ber ev peyman ked û rêxistina me tune dike. Dê Êzidî nûnertiya kujerên xwe qebûl nekin, di fermanê de Êzidî di nava destê DAIŞ’ê de hiştin û niha jî xwe weke rêveberên me dibînin. Em ê ji bîr nekin ku ew bûne sedema qetilkirin û revandina mirovên me, ger em wan efû bikin, wê Êzidiyên ku li ser vê xaka pîroz jiyana xwe ji dest dane me efû nekin.Wê zarokên Êzidiyan nehêlin ku hêzên qirêj ji nû ve rêveberiya wan bikin. Em xwedî  îrade ne û em bi xwe dikarin civaka xwe biparêzin. Bila peymanên xwe li dijî dijmên ku îro xaka wan dagir dike mîna dewleta tirk, pêk bînin û bihêlin ku civaka Êzidî aram bijî."   'Em êdî nema bi berjewendiyên hêzên desthilatdar tên xapandin'   Hediya di dirêjahiya nirxandinên xwe de bertekên gelê Şengalê yên li dijî peymanê anî ziman û wiha dirêjî da gotina xwe: "Peymana ku li dijî êzidiyan hatiye çêkirin heya niha ji aliyê tu rêxistinên me yên êzidiyan ve nehatiye qebûlkirin û li dijî wê jî bertekên hişk tên nîşandan. Êdî baweriya me Êzidiyan bi tu kesî nemaye, tenê baweriya me bi hêz û rêxistina me tê. Helwestên me diyar in û daxwazên me jî her kes dizane ku em Şengalê teslîmî tu aliyan nakin. Em êdî nema bi berjewendiyên hêzên desthilatdar tên xapandin. Ev yek jî dide diyarkirin bê çiqas girêdana kurdên êzidî bi xaka wan, welatê wan, çand û koka wan ve heye. Helbet aloziyên vê peymanê jî hene ku dîsa careke din wê pirsgirêk û tevlîheviyên mezin derbikevin pêş. Li gor texmîna min dibe ku êdî li hember hin parçeyên din, êdî Şengalê bidin dewleta tirk, her tişt êdî ji dijminan tê. Her wiha wê rêxistina me û hêza me jî bê rol bihêlin, ev yek jî zirarên pir mezin wê bi xwe re bîne."   'Banga me ji bo kurdên Êzidî mezinkirina têkoşînê ye'   Hediya di dawiyê de banag têkoşînê ya li dijî pilanên dijmin kir û wiha nirxandina xwe bi dawî kir: "Banga min ji hemû Êzidiyên Şengalê û yên ku li welatên derve jî dijîn ew e ku li dijî pilanên dijmin têbikoşin. Ger em tune bibin, wê rûmeta me jî biçe û ger rûmet biçe êdî Êzidî bi hezarê salan nikarin serê xwe li hember dijminan careke din rabikin. Şengal a Êzidiyan e û Êzidî jî wê Şengalê biparêzin."