'Dê têkoşîna Zeyneb Celaliyan û girtiyên di grevê de ne bibe feyz' 2020-12-13 09:02:57   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Boruya Jinê ya PYD'ê ya herêma Firatê, Sara Xelîl têkildarî girtina Zeyneb Celaliyan û çalakiya gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîhan wiha got: "Dema ku jinek li Rojhilatê Kurdistanê behsa maf, parastin û hebûna xwe bike wê demê tê binçavkirin. Ev siyaset di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî tê meşandin. Lê belê dê têkoşîna Zeyneb Celaliyan û girtiyên di grevê de ne bibe feyz."   Di 2009'an de rejîma Îranê bi hinceta 'Li dijî Xwedê derketiye' cezayê îdamê da siyasetmedar Zeyneb Celaliyan birî. Bi zextên raya giştî ev ceza veguherî mubbetê. Zeyneba li girtîgehê îşkence lê hat kirin gelek carî hat sirgûnkirin. Têkildarî rewşa Zeyneb Celaliyan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatiye destpêkirin Endama Boruya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Sara Xelîl nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.   'Hişmendiya rejîmê gelekî xirab e'   Sarayê destnîşan kir ku li hemberî hişmendiya rejîmê têkoşînek heye û wiha pê de çû: "Di hundir girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê de zilm û zor derdikevin pêş. Rojane girtî tên îşkencekirin, gelek caran girtî bi mehan nayên xuyakirin û hin ji wan heta vê kêliyê çarenûsa wan ne diyar e. Ev dide xuyakirin ku hişmendiya rejîmê li hemberî civakê bi taybet li hemberî jinê gelek xirab e. Destpêkê jin li Rojhilat li gelek qadan bûn lê niha em bala xwe didên ya herî rastî tundî û işkenceyan tên jin in. Çima jin tên binçavkirin? Dema jinek behsa mafê xwe bike an jî dema jinek pêşengtiyê bike wê demê ew jin ne pêkan e ku neyê binçavkirin. Heta niha em dikarin bibêjin sed jin hatine binçavkirin di heman demê de dema mamosteyek bi Zimanê Kurdî biaxive wê demê yekser ceza li wê tê birîn."   'Bi têkoşîna Zeyneb Celaliyan her der veguherî qada têkoşînê'   Sarayê bal kişand ser îşkenceya li Zeyneb Celaliyan tê kirin û wiha dewam kir:"Demek dirêj e Zeyneb Celaliyan di girtîgehê de ye û rojane işkence lê tê kirin, beriya demekê tu agahî li ser wê tune bûn. Bi bihaneya ku dibêjin ku 'li dijî xweda derketiye' hatiye girtin, lê niha dema em bala xwe didên kesên ku xwe musilman dibînin û dibêjin em musilman in herî zêde olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Di dema çeteyên DAIŞ'ê de jî jin rastî kuştin, revandin û tecawizê dihatin. Heman pergal niha li Rojhilat tê meşandin. Bi saya têkoşîna Zeyneb Celaliyan îro qad veguherî qada têkoşînê û bi sedan jin wek Zeyneb xeta têkoşîn û berxwedanê ji xwe re bingeh digirin. Jin di hundir Rojhilatê Kurdistanê de hatine fetisandin. Her wiha di hundir girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî gelek girtî rastî astengiyan tên. Ev kes tenê sûcê wan ew e ku Kurd in û welatên xwe diparêzin."   'Girtî li dijî tecrîdê li berxwe didin'   Sarayê diyar kir ku bi salan e Gelê Kurd li hemberî hêzên desthilatdar têkoşîn dikin û wiha pê de çû: "Carek çalakiya greva birçibûnê ya ji aliyê girtiyan ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin dubare kir. Ruxmî ku işkence li ser wan heye û roj bi roj laşê wan dihele jî lê dîsa jî teslîmiyetê qebûl nakin. Li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li zindana Amedê çar hevalan dest bi gireva birçîbûnê kiribûn û ji wê demê heya niha bi sedan kes ketin gireva birçîbûnê. Ev berxwedan bingeha xwe ji wir digire. Leyla Guven jî dest bi greva birçîbûnê kiribû û bi sedan kesan piştgiriya çalakiya wê kirin, heta ku parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hevdîtin kirin û agahiyek ji wî girtin. Ji bilî wê gelek caran çalakiyên gireva birçîbûnê hatin kirin."    'Dê têkoşîna Zeyneb Celaliyan û girtiyên di grevê de ne bibe feyz'   Girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de gelek carî bi malbatên xwe re hevdîtinan nikarin bikin. Rewşa gelek girtiyan a tenduristiyê ne baş e. Mafên wan ên tenduristiyê ji destên wan tên girtin û girtî derbasî nexweşxaneyan nabin. Jinên ducanî û jinên ku nexweşî bi wan re hene dîsa jî rewşa wan ber bi çav nayê girtin. Îro bi hezaran jin şopa Zeyneb Keçel, Sakîne, Hêlîn, Êbru dişopînin û wê her di nava berxwedanê de bin heta ku mafên xwe bi dest bixin, tecrîdê bişkînin û parastina axa xwe bikin. Bi saya berxwedana van jinan her ku diçe qada têkoşînê xurtir dibe û rihê fedayî derdikeve pêş. Dê têkoşîna Zeyneb Celaliyan û girtiyên di grevê de ne bibe feyz."