‘Li dijî polîtîkayên şer bersiva herî xurt xweparastin e’ 2020-12-13 09:01:57   AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Kezban Kuday bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Bajarên kurdan her tim hedef tên girtin. Gulîstan Doku çima nayê dîtin? Çima ligel delîlên heyî bersûcê Îpek Er nayê girtin? Li Kercews, Şirnex û Hênî ya Amedê jinên ciwan bi tacîz û destdirêjiyê re rûbirû man. Çima bersûcên wan neyên ceza kirin? Lê li dijî van polîtîkayan bersîva herî xurt jî xweparastin e."   Li hemberî endam û xebatkarên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zext her diçe zêde dibe. Herî dawiyê di 27’ê mijdarê de li gelek bajaran polîsan bi ser malan de girtin. Endamên Meclîsa Ciwanan jî di nav de bi dehan kes hatibûn binçavkirin. Têkîldarî mijara zext û binçavkirina li ser jinên ciwan endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Kezban Kuday nêrînê xwe anî ziman.    ‘Me ji xebatên xwe encam girtin'    Kezban diyar kir ku di binçavkirin û girtinan de herî zêde jinên ciwan bi bandor dibin û wiha direjî da axaftina xwe: “Her çiqas qada xebatên me yên bi rêxistinbûyînê zêde dibe ew qas jî zexta li ser me zêdetir dibe. Em polîtîkayên wan ên ku didin meşandin vala derdixin û li dijî van polîtîkayan em alternatîfan pêş dixin. Lewra di vê pêvajoyê de ew zext û binçavkirinên li ser me zêdetir bûn. Di 2 mehan de nêzî 500 HDP’î hatin binçavkirin. Di van binçavkirinan de jî nêzî 100 kes hatin girtin. Di van binçavkirin û girtinan de herî zêde ciwanan û jinên ciwan bi bandor bûn. Me xebatek dabû dest pê kirin. Ew xebat der barê rêxistinbûna ciwanan, li dijî hişbirê û li dijî fihûşê bû. Her wiha ji bo pêşketina pêwendiyên civakî me cûr bi cûr panel, bername û seyran li dar dixistin. Bi vî awayî me xwest ciwanan ji van polîtîkayên taybet dûr bixin. Bi van xebatan me karî encam bigirin. Bi encam girtina me faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên nû bi nû ketin pêşberê me. Ji ber sepandina polîtîkayên xwe hertim ciwanan hedefa serekebûn û ji ber van sedeman yekemîn êrîşên ciwanan dikin.”   ‘Li ser malbatên me jî şerekê derûniyê tê meşandin'    Kezban got ew ê rê nedin ku têkoşîna ciwanan têk bibin û wiha pêde çû: “Di van demên dawiyê de 7 hevalên me hatin girtin, çend hevalên me jî bi binçavkirinan ve rûbirû man. Di her çalaki û bernameyan de jinên ciwan ji aliyê polîsan ve tên hedef girtin. Her wiha em jî bi zextan ve rûbirû dimînin. Malbatên me digerin û bi gefan dixwazin wan bidin tirsandin. Bi vî awayî li ser malbatên me jî şerekê derûnî didin meşandin. Bi van polîtîkayên xwe yên qirêj dixwazin têkoşîna me ya ji bo azadiya jinên ciwan têk bibin û bingeha wirkirina jinên ciwan biafirînin.”   ‘Herî zêde jinên ciwan tên hedef girtin’   Kezban bal kişand li ser bûyera Kercewsa Êlihê jî û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de Êlîh wek hedef hatiye girtin û wiha got: “Helbet hemû bajarên kurdan hedef in lê bi taybetî di wan demên dawiyê de li ser Êlîhê zêde tê sekinandin. Li gund û navçeyên Êlîhê, dewlet hêzên xwe bi cih dike. Bi vî awayî li ser jinên ciwanan cûr bi cûr polîtîkayên taybet dimeşînin. Dixwazin jin ji koka xwe dûr bixin û di nav civakê de jinan biçûk bixin. Hemû polîtîkayên ku didin meşandin aşkere ye ku herî zêde jinên ciwan tên hedef girtin. Gulîstan Doku çima nayê dîtin. Çima ligel hemû delîlan bersûcê Îpek Er nayê girtin. Li Şirnexê û li navçeya Hênî ya Amedê jinên ciwan bi tacîz û destdirêjiyê re rûbirû man. Çima ew bersûcên wan nehat ceza kirin? Îro wezîrek dibêje em ê zagona efûyê derxin. Her wiha dibêjin civak ev tiştê dixwaze. Na bi teqez civak tiştek wisa nexwestiye, beravajî rejîma AKP-MHP’ê dixwaze. Kesên ku ji îstîsmarkirina zarokan hatiye ceza kirin çawa bê efûkirin. polîtîkayên xwe dixwazin li ser hemû bajarên Kurdistanê belav bikin.”   ‘Em ê xwe biparêz in'    Kezban destnîşan kir ku xweparastin bi rêxistinbûnê pêk tê û ev tişt anî ziman: “Ji ber hişmendbûyînê pêngava herî sereke ye. Heke jinên ciwan bi hişmend bibin wê demê dikarin ew polîtîkayên şerê tabet a ku li ser tê meşandin rave bike û wan vala derxîne. Li dijî van polîtîkayan bersîva herî mezin jî xweparastin e. Xweparastin jî rêxistinbûna herî mezin e. Em jî xebatên xwe bi vî awayî çêdikin. Em jî xwe pêş dixin ku xebatên xwe zêdetir bigihînin jinên ciwan. Bi taybetî ji bo van polîtîkayan me di 8’ê mehê de deklarasyona bi navê 'Niha seferberiya binevş’ da destpêkirin. Me ji bo hemû wan polîtîkayên taybet a şer, tacîz, derstdirêjî, tundî û zextan re vê deklarasyona xwe îlan kir. Em ê dê di demên pêş de xebatên xwe berfirehî pêk bînin.”