ROJEVA 13'YÊ KANÛNA 2020'Î 2020-12-13 09:00:00   * Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Kezban Kuday bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û got: "Bajarên kurdan her tim hedef tên girtin. Gulîstan Doku çima nayê dîtin? Çima ligel delîlên heyî bersûcê Îpek Er nayê girtin? Li Kercews, Şirnex û Hênî ya Amedê jinên ciwan bi tacîz û destdirêjiyê re rûbirû man. Çima bersûcên wan neyên ceza kirin? Lê li dijî van polîtîkayan bersîva herî xurt jî xweparastin e." BI DÎMEN    *Endama Boruya Jinê ya PYD'ê ya herêma Firatê, Sara Xelîl têkildarî girtina Zeyneb Celaliyan û çalakiya gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîhan wiha got: "Dema ku jinek li Rojhilatê Kurdistanê behsa maf, parastin û hebûna xwe bike wê demê tê binçavkirin. Ev siyaset di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî tê meşandin. Lê belê dê têkoşîna Zeyneb Celaliyan û girtiyên di grevê de ne bibe feyz." DÎMEN HEYE   *Hevseroka PYD'ê ya nevçeya Tirbespiyê Hediya Şemo, têkilarî peymana ku li ser Şengalê di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin, nirxandin kir. Hediyayê wiha got: "Em ê qebûl nekin ku kujerên me îradeya me temsîl bikin. Di fermanê de Êzidî di nava destên DAIŞ’ê de hiştin û niha jî xwe weke rêveberên me dibînin. Bila peymanên xwe li dijî dijminên ku îro xaka wan dagir dike pêk bînin û bihêlin ku civaka Êzidî aram bijî." DÎMEN HEYE   *Sekretera SES’ê ya Mêrdînê Gulnîgar Karataş diyar kir ku rewşa dawî ya vîrûsa koronayê mirovan dixe nava fikaran û got: "Li gorî daneyên Odeya Bijîşkan, hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde ye û ji bo tedaviyê jî cih nemaye. Her wiha bi tu awayî rayedar guh nadin daxwazên tenduristvanan." BI DÎMEN    *Ji ser serîhildana xwerêveberina Cizîrê 5 sal derbas bûn. Heznî Aslan û Esmer Çikmaz serîhildana zarokên wan dewir girtibûn îro jî didomînin. DÎMEN HEYE   *Endama Lîjneya Rêveberiya Federasyona Koran a Tirkiyeyê Şûle Sepîn bal kişand ser bandora pandemiyê ya li ser astengdarên jin û got: "Di pêvajoya pandemiyê de bi tu awayî pirsgirêkên astengdaran nehatin dîtin. Ji bo astengdaran ne alîkariya pere, divê mafên wan bên dayîn û ji bo astengdaran qadên îstîhdamê bên zêdekirin." BI DÎMEN    *Parêzer Harîka Gunay Karataş têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hat destpêkirin, nirxandin kir. Harîkayê diyar kir ku tecrîd ne tenê bi girtîgehan sînordar e û got:"Polîtikayên şer ên li herêman û xespên qeyûman ên li ser jinan jî perçeyekî tecrîdê ye." BI DÎMEN    *Necla Ata li Girtîgeha Kandirayê ye û bi rêya malbata xwe peyamek şand û got: "Ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi ser bikeve divê gel bibe yek û xwedî li çalakiyê derkevin."