Girtiyên serî hildidin: Em bi hev re bin em ê azad bibin 2020-12-12 15:35:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan serî hildidin gotin:"Em bi hev re bin em ê azad bibin."   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan di roja 16'emîn de didome. Piştgiriyên ji bo çalakiyên girevên birçîbûnê jî didomin. Hat hînbûn ku koma 4'emîn a  Girtîgeha Jinê ya Tersûsê çalakiya greva birçîbûnê dewir girtine. Girtiyên bi navê Dilan Yildirim, Hacire Çay û Şengul Kaçarmal ên bi batên xwe re hevdîtin kirin dan zanîn ku wan çalakiya greva birçîbûnê dewir girtine û moralê wan baş e.    Girtiyan dan zanîn ew di mijara çalakiya xwe de bi biryar in û wiha gotin:"Em ê nêzikatiya rayedarên dewletê ya ji bo çalakiya me bi demê re bibînin. Lê dema em lê dinêrin zextên ji dema me çalakiya xwe dest pê kir tên kirin nêzikatiyê nîşan dide. Êrişeke li dijî jin û ciwanan heye. Ev jî polîtikayeke wan e. Bi êrişên li ser jinan dixwazin me teslîm bigirin. Em dibêjin heta jin azad nebe ew ê azadiyeke mayinde pêk neyê. Azadiya jinan û hemû cîhanê girêdayî azadiya Rêberê me ye. Heta Rêberî azad nebe ne kurd ne jî cîhan azad nabin. Em ê çalakiya xwe bidomînin. Di fikrên me de jî guhertinek çênebûye. Heta em bersiveke erênî negirin em ê çalakiya xwe bidomînin. Her kesên ku dengê me dibihîsin em slavên xwe ji wan re dişînin. Em dibêjin bila ew jî bibin dengê me. Em bi hev re bin em ê azad bibin."   Girtiya ji Efrînê ya hat tehliyekirin dest bi greva birçîbûnê kir   Her wiha girtiya ji Efrînê Bêrîvan a hat tehliyekirin diyar kir ku ew ê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî bike. Hat hînbûn ku Bêrîvanê li navenda paşveşandinê ya Edeneyê tê sekinandin û 3 hefteyê tê sekinandin. Bêrîvanê ji bo piştigiriyê bide girtiyan ew ê dest bi greva birçîbûnê bike.