Xizmên Windayan xwestin faîl bên cezakirin 2020-12-12 14:39:10   AMED - Xizmên Windayan çalakiya xwe ya vê heftê li dar xistin û çîroka Mahmût Onerari anîn ziman û aqûbeta wî pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 618’emîn de çalakiya heftane “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” bi rêya onlîne li dar xist. Her hefte di vê çalakiyê de çîroka windayek tê vegotin. Vê hefteyê jî çîroka windakirina Mahmût Onerari yê di 8’ê kanûna 1996'an de li Amedê hat binçavkirin û di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hat dîtin hat vegotin û hat xwestin kujerê wî werin darizandin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka windakirina Mahmût Onerari xwend.   Firat diyar kir ku Onerari li navçeya Licê di wan salên kiriyarên nediyar de gelek caran hatin binçavkirin û ji ber vê yekê koçî navenda Amedê kiriye û ew di navbera Licê û Amedê de şifêriya dolmîşê kiriye. Firat, anî ziman ku Mahmût Onerari di 8’ê kanûna 1996’an de ji aliyê polîsên sivîl ve bi hinceta derbarê wî de îhbar heye hatiye binçavkirin û wiha dom kir: "Li ser hewldanên malbatê di 23’yê kanûna 1996’an de li Semsûrê cenazeyê wî hatiye dîtin. Dema cenazeye Mahmud hatiye dîtin şopên îşkenceyê li ser laşê wî hebûne. Ji dîtina kujerên Onerari hewldan hemû bêencam mane û xwest kujer demildest werin dîtin û darizandin."