Dayikên Şemiyê: Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin 2020-12-12 14:13:56   STENBOL - Di hefteya 820’an de Dayikên Şemiyê aqubeta windayên xwe bipirsîn. Serpil Taşkaya helwesta hikûmetê rexne kir û got: "Bavê min Huseyîn Taşkaya di bin çavan de hat windakirin. Hêj ez 7 salî bûm min bavê xwe winda kir. Ez zarok bûm li qadê bûm, niha ez û zarokên xwe li qadê ne. Ez 25 sal in li vê qadê me."   Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta kesên hatin binçavkirin û windakirin bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 820’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa korona dîsa çalakiya xwe bi rêya online li dar xistin. Dayikan vê carê aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê kanûna 1993'yan de li Navçeya Sîweregê ya Rihayê eskeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn. Dayikan xwest aqûbeta Huseyin Taşkaya bê ronîkirin û faîlên Taşkaya bên darizandin û cezakirin.    Ewil hevjîna Huseyîn Taşkaya Sultan Taşkaya axivî û got: "27 sal berê birayê Sedat Bucak Ahmet Bucak ê cerdevan û eskeran saet di 13:00'ê rojê de bi ser mala birayê min de girtin û hevjînê min li wir binçav kirin. Li pêş çavê her kesî binçav kirin. Em 27 sal in li aqûbeta Huseyin digerin. Me serî li hemû deriyan dan. Dewletê ew bir û niha agahî jê nayê girtin. Niha neviyê me mezin bûn û wê nevî êdî li kalikê xwe bigerin. Faîl diyar û li holê ne. Heta em yek bibînin em ê têkoşîn û doza xwe berdewam bikin. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin."    Keça Huseyîn Taşkaya Serpil Taşkaya jî helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: "Bavê min di bin çavan de winda kirin. Hêj ez 7 salî bûm min bavê xwe winda kir. Ez zarok bûm li qadê bûm, niha ez û zarokên xwe li qadê ne. Ez niha 34 salî me û 25 sal in li vê qadê me. Banga me bi salan bi heman rengî olan daye. Em her dim dibêjin bila winda bên dîtin û faîl bên cezakirin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Heta hemû winda bên dîtin û faîl bên darizandin têkoşîna me dê bidome. Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin. Em wekî dayikên Şemiyê qet dest ji qadê bernadin û windayan ji bîr nakin."     Di hefteya 820’an a çalakiyê de neviya Huseyin Taşkaya, Helin Taşkaya jî anî ziman ku dewlet xwedî erk û peyvir e ku der barê windayan de agahî bide malbatan û bi şopa windayan bikeve. Helîn destnîşan kir ku dewlet erk û peyvira xwe ya li hemberî welatiyên xwe pêk nîne û der barê windayan de agahiyê nadin malbatan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbatan ji bo windayan serlêdan kirin. Lê nirxên hiqûqê binpê dikin û serlêdan bê encam dimînin. Kalikê min 42 salî bû. Bavê 4 zarokan bû. Nave wî Huseyin Taşkaya bû û li Sîweregê dijîya. Di serdema 12y'ê îlonê de 5 salan girtin û piştî hat berdan dest bi karê înşatê kir. Wê demê eşira Bucakan neheqiyên mezin dikirin. Ji ber ku Huseyin Taşkaya ev neheqî qebûl nekir û rexne kir cerdevan û xizmên Bucakan ew kirin hedef û binçav kirin. Kalikê min Huseyin Taşkaya, di 6'ê kanûna 1993'yan de li taxa Baglarê ya Sîweregê binçav kirin û ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Piştî Huseyin Taşkaya binçav kirin bi 30 maşîneyên eskerî birin. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîweregê Seymen Ahmet Şenturk fermandariya karwanê dikir. Ji bo Huseyin Taşkaya  û hemû windayan 121 hefte ye kolan li me hatine qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin."