Piştî 6 salan li gunde xwe Cejna Êzî pîroz kirin 2020-12-12 11:30:59   ŞENGAL - Piştî fermanê cara yekem şeniyên gunde Tilizerê Cejna Êzî li gundê xwe pîroz kirin. Şêniyên gund diyar kirin ku îsal li ser axa xwe cejna xwe pîroz dikin û gotin: "Em bang li êzidiyan dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Em bi hev re cejna xwe pîroz bikin."   Êzidiyên Şengalê piştî rojiyên Êzi Cejna Êzî bi kefxweşî û coşekê mezin pîroz kirin. Bi taybet şeniyên gunde Tilizer bi pîrozbahiyêke mezin Cejna Êzî pîroz kirin.  Şêniyên ku ji Wargehên Herêma Federal a Kurdistanê vegeriyan gundê Tilizerê û 6 meh in li gundê xwe dijîn. Piştî fermanê ev cara yekeme ku şeniyên gunde Tilizerê Cejna Êzî pîroz dikin. Cejna ku bi şahiyê hat pîroz kirin stran hatin gotin û govend gerandin.    'Baweriya me li me tê'   Şeniyê gunde Tilizer Hedya Birahîm kefxweşiya xwe wiha anî ziman: “Em îro gelek kefxweşin û vê cejnê hemû êzidî pîroz dikin. Pîrozkirinêke bi vî awayî jî em gelek kefxweş bûn. Em her sal vê cejne pîroz dikin. Em edî bi ewlehî li ser axa xwe dijîn û cejnên xwe pîroz dikin. Sal bi sal û roj bi roj gunde Tilizer xweş dibe û ava dibe. Em dixwazin êzidî vegerin ser axa xwe. Me di destpêke de bawer nedikir ku em carekê din Tilizer cejne xwe bi vî awayî pîroz bikin. Lê edî baweriya me li me te.”   'Divê êzidî vegerin ser axa xwe'   Şeniya bi nave Gule Îsmaîl  hestên xwe yê pîrozkirina cejnê bi wan gotinan anî ziman: “Ev 3 roj in em bi rojî ne. Rojiyên aşîra feqiran. Îro roja çareye û cejn e. Ez cejna hemû êzidî pîroz dikim. Îro rojeke gelek xweş e. Weke tê zanîn fermaneke hat serê me, ev çend sal in me xweşî nedît û me bi dilekî xweş cejna xwe pîroz nekir. Lê êdî sal bi sal xweştir dibe. Em dixwazin gelê me vegerin ser axa xwe. Ewlehiya me jî heye bila gelê me vegere. Ez vê cejnê hemû gelê êzidî pîroz dikim. Em pir kefxweşin ku gelê me îro li gunde Tilizer bi hev re vê cejnê pîroz dikin. Tenê em dixwazin gelê me vegerin ser cih û warên xwe.”   Suad Seîd jî yê ji gunde Tilizer wiha peyîvî:  “Em ji bo vê cejnê gelek kefxweşin. Cejneke gelek pîroz e. Em pir kefxweşin ku me li ser axa xwe û gunde xwe rojiyên xwe girt û îro em cejna xwe pîroz dikin. Bi taybet em gelek kefxweşin ku em li Tilizerin.”