Jinên Mexmûrê: Bûyera ku li Kercewsê pêk hatî ne ji rêze ye 2020-12-12 11:14:20   MEXMÛR - Meclîsa Îştar bi daxuyaniyekê bûyera tacîz û tecawîza li hemberî zaroka 15 salî ya li Kewcersa Êlihê pêk hatî şermezar kir û got: "Dixwazin çanda tecawizê li ser civakê bidin ferzkirin. Wekê jinên kurd em ê tu caran van sepandinên faşîst qebûl nakin."   Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê tacîz û tecawîza ku li hemberî zaroka 15 salî ya li Kewcersa Êlihê pêk hatî şermezarkirin. Daxuyanî li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn û daxuyanî ji aliya Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: “Weke ku tê zanîn Rêber Apo sedsala ku em tê de dijîn weke ‘Sedsala azadiya jinê’ pênase kir. Rêya vê sedsalê gihandina asta azadiya jinê û bi vê awayê bidestxistina azadiya civakê danî holê.    Bûyera ku li Êlihê pêk hatî ne ji rêze ye    Di vê sedsala ku em dijîn de tacîz, kuştin, tecawiz û her cureyên êrişên kirêt ên li ser beden û hişmendiya jinê tê kirin ne mijarekê ji rêzê ye. Em weke jinên kurd ji sepan û polîtîkayên dewleta dagirker a tirk xerîb nînin. Bi taybetî polîtîkayên wî yên kirêt ên ji bo tepisandina berxwedana jina kurd ji Dêrsimê, ji Zîlanê, ji Agirî û gelek bûyerên ku heya roja me ya îro hatî jiyîn em nasdikin. Dewleta tirk ya ku hikûmeta şerê taybet pênase dike, bi bûyerên tacîz, tecawiz û tundiyê yê ku bi awayekê zana li Kurdistanê ji aliyê polîs, leşker xwe dide pêkanîn ve dixwaze nirxên civaka kurd lawaz bike û bi vê awayê armancên xwe yên kirêt ên li ser Kurdistanê pêk bîne. Bûyerên ku herî dawiyê li Êlihê hat jiyîn jî pênaseya vê yekê ye. Ev bûyerekê ji rêzê nîne û ji aliyê hikûmeta şerê taybet ê ku şefa wî Erdogan e bi awayekê plankirî hatiye pêkanîn.    Li ser tevahiya Kurdistanê êrîşek heye    Çawa ku Rêber Apo bi birdoziya rizgariya jinê, yekane rêya azadiya civakê danî holê; ev hêzên tecawizkar ên weke rejîma faşîst a tirk û şefê wî yê Erdogan jî dixwazin bi ferzkirina vê bêçandiyê li hemberî têkoşîna ku jin mezin dike tola xwe hilîne. Ev bêçandîtiya tecawizê ya ku tê xwestin were ferzkirin, ne ji girankirina tecrîta li ser Rêber Apo, ne jî ji êrişên ku li ser tevahiya Kurdistanê tê pêkanîn dûr nîne. Lewra her ku tecrîda li ser Rêber Apo tê girankirin, em dibînin ku êrîşên hêzên tecawizkar ên li ser xeta azadiya jinê û li ser tevahiya Kurdistanê zêdetir dibe.    Êrişê li tevahiya civakê dikin    Li hemberî vê hişmendiya tecawizkar ê ji aliyê pergala baviksalar û hikûmeta şerê taybet ve bi taybetî li ser Kurdistanê tê meşandin weke jinên kurd divê em berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin. Her bûyerekê tecawizê ya ku li Kurdistanê tê meşandin, êrişekê mezin ê li hemberî birdoziya azadiya jin a ku Rêber Apo pêşxistiye û êrişekê mezin ê li hemberî tevahî civakê ye. Lewra li hemberî van polîtîka û sepanên tacîz û tecawizê divê ne tenê jin, tevahî beşên civakê bêdeng nemînin û li hemberî vê yekê têbikoşîn.   Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin   Wekê jinên kurd em ê tu caran van sepandinên dewleta tirk a faşîst qebûl nekin û heya dawiyê têkoşîna xwe ya li hemberî dewleta tecawizkar bilind bikin. Li ser vê bingehê em weke jinên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di serî de jin, bang li tevahî ciwan û Gelê Kurd dikin ku li hemberî van polîtîkayan di bingehê pêngava KJK’ê ya ‘Em xwe biparêzin’ de têbikoşin û bi parastina xwe, xwedî li nirx û hebûna xwe derbikevin.”    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Jin jiyane jiyane nekujin" bi dawî bû.